Xwendekara zanîngehê: Ji bo welatekî demokratîk em daketin kolanan

  • 09:02 1 Nîsan 2025
  • Rojane
ENQERE - Ji Zanîngeha Bîlkent Gamze Nur Saçar got ew ji bo welatekî azadû demokratîk li kolanan e û got bêyî newekheviyê bikin, bi rêzdariya li hember hev divê li kolanan di protsetoyan de cih bigirin.
 
Piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin yê Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglu şûnde bi rojane ciwan çalakiyan pêk tînin û ji kampusan daketine kolanan. Di çalakiyan de tundiya polîsan û di binçavkirinan de jî destdirêjiya li hember jinê derket holê. Her wiha di çalakiyan de bi guleyên plastîk, gaza îsotê êrîş kirin.
 
Xwendekarên zanîngehan li dijî êrişan ders boykot kirin û diyar kirin ku ev çalakî ne tenê ji bo Ekrem Îmamoglu ji bo avakirina pêşerojeke azad û demokratîk e.
 
Xwendekara zanîngeha Bîlkent Gamze Nur Saçar der barê mijarê de axivî.
 
Gamze Nur Saçar bi lêv kir  ku ew ji bo azadî û pêşerojê li kolanan e û got: “Çalakiya me ji protestoya Ekrem Îmamoglu dûr ket. Em hemû bi nasnameyên xwe li vir in. Ez bi nasnameya xwe ya jin û kurd li vir im. Em ji bo pêşeroja xwe ji bo welatekî demokratîk li vir in. Em bi hevalên xwe yên ODTU re ji roja ewil de têdikoşin.”
 
‘Destdirêjî li jinan hat kirin’
 
Gamze Nur Saçar bi lêv kir ku hevalên wan yên jin yên hatine binçavkirin bi destdirêjiya polîsan re hatine rû hev û got: “Em bi hev re li qadan  hewl didin dengê xwe bilind bikin. Hevalên me yên jin yên dema nêz de hatin binçavkirin destdirêjî li wan hat kirin. Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Çi ji destê me bê em ê bikin. Em ji bo welatekî ku em dikarin lê bijÎn wê têbikoşin. Divê em ligel hev, bi hev re dengê xwe bidin bihistin. Divê greva giştî û boykota giştî bê berfirehkirin.”