
ROJEVA 01'Ê NÎSANA 2025'AN
- 09:00 1 Nîsan 2025
- Rojev
* Ji Zanîngeha Bîlkent Gamze Nur Saçar got ew ji bo welatekî azadû demokratîk li kolanan e û got bêyî newekheviyê bikin, bi rêzdariya li hember hev divê li kolanan di protsetoyan de cih bigirin. BI DÎMEN
* Ayten Salgur ku 20 sal in ji rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitlan datîne û daran diçîne wiha wiha dibêje: "4’ê Nîsanê ji bo me rojek girîng e. Hebûna me hemûyan e. Em dixwazin azadiya serokatiya xwe bibînin." BI DÎMEN
*Siyasetmedara kurd Selma Irmak banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û got: “Dema Birêz Ocalan bin tecrîdê de be ne pêkane ev pirsgirêk çareser bibe. Ev mijar bi azadiya Birêz Ocalan dikare çareser bibe.” BI DÎMEN
*Şeniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bal kişandin ser Cejna Remezanê û gotin: "Em bi hêvîne ku îsal di Cejna Qurbanê de vegerin Efrînê, goristanên pakrewanan ziyaret bikin. Her wiha em hêvî dikin ku hemû deverên xwe yên hatine dagirkirin rizgar bikin û bi hev re di nava Sûriyeke azad de bijîn." BI DÎMEN
*Di sala 2017’an de di encama qirîza dil de rojnameger Evîn Bûldan jiyana xwe ji dest da û navê Evînê jî wekî bi sedan rojnamegerên têkoşer di nava dîroka çapemeniya kurd de cihê xwe girt. Evîn Buldan ji destpêkê heta dawiyê bi rûkenî, lêhûrbûn û bi israra xwe ya xwe ragihandina heqîqetê dihat naskirin. PORTRE
*Guler Bîlen, diyar kir ku ew pêvajoya ku bi hevdîtina girtiyan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dest pê kiriye dişopînin û diyar kir ku ne berdana girtiyan jî samîmîtiya muzakereyan radixe ber çavan. Guler Bîlen, anî ziman ku dewlet bi vê yeka ku nake tevlîheviyê çêdike.BI DÎMEN