Li DEM Partiyê pîrozkirina cejnê

  • 14:54 31 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN -  Li avahiyên DEM Partiyê di roja duyemîn a Cejna Remezanê de cejn hate pîrozkirin û peyamên yekitî û xwedî li derketina bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat dayîn.  
 
Li avahiyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di roja duyemîn a Cejna Remezanê de cejn hate pîrozkirin. Bi hezaran kes hatin avahiyên partiyê û beşdarî pîrozkirina cejnê bûn. 
 
Edene 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari beşdarî pîrozkirina cejnê ya li Rêxistina DEM Partiyê ya Hatayê bû. Li gel partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li bajar, gelek welatî jî hatin îda partiyê. 
 
Tulay Hatîmogûllari di îdanê de axivî û got ku ji ber êrişên li Sûriyeyê hinek xemgîn cejnê pêşwazî dikin. Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Armanca esasî ya banga birêz Ocalan, çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd e. Birêz Ocalan got; ‘Em 52 sal in ji bo pirsgirêka Kurd têdikoşin, di vê têkoşînê de gelê Kurd gihiştiye asta herî baş.’ Li vir qala Rojava dike. Mîna birêz Ocalan jî dibêje, em jî ji bo statûyeke hiqûqî ya vê destkeftiyê çêbibe divê bi erk û berpirsyartiyên xwe rabin.” 
 
Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku pêdiviya gelên herêmê bi hev û bi aştiyeke hevpar heye û got: “Birêz Ocalan di hevdîtinê de biisrar got ku pêdivî bi aştiyê heye. Lê dewletê gavên pêwîst neavêtiye, di mijara sererastkirinên hiqûqî û başkirina mercên birêz Ocalan gavek neavêt. Serok, di meseleya civaka demokratîk de pir zelal û biisar bû. Got ku dê operasyonên tên kirin û zextan bi tu awayî qebûl neke û got; ‘Heke ev operasyon bidomin, li baroyên mîna Stenbolê û hêzên demokrasiyê zext were kirin, wê demê dê banga min li holê bimîne. Divê ev nedomin.’ Bi taybet digot; ‘Heta Tirkiye bi temamî demokratîk nebe, temînata tu aştiyan nîne. Mafekî tenê ji bo Kurdan dê mayinde nebe. Ez qala avakirina civakeke ku mafên hemû gel û baweriyan li ser bingeha hemwelatiya wekhev hatiye qebûlkirin e. Lewma navê banga min aştî û civaka demokratîk e. Ji ber ku civaka demokratîk dê aştiyê misoger bike û mayinde bike. Li gel veguherîna qanûnî û hiqûqî, xwebirêxistinkirina civakê ye.’
  
Gelên Tirkiyeyê niha li ser pêyane û ji hêla têkoşîna demokrasiyê ve qonaxeke girîng e. Di serî de ciwanên zanîngehê, li seranserî Tirkiyeyê gavekî demokratîk a girîng heye. Her wiha pîrozbahiyên Newrozê bûn moraleke mezin. Di demekî wiha de em dibêjin aştî pêkan e. Divê em ji bo aştiyê bêhtir hewl bidin.” 
 
Îzmîr 
 
Li Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê jî partiyiyan û gel cejna hev pîroz kirin. Wekîlên DEM Partiyê yên Îzmîrê Burcugul Çubuk, Îbrahîm Akin, nûnerên partiyên siyasî, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û gelek welatî tev li bûn. 
 
Wekîl Burcugul Çubuk di pîrozkirina cejnê de got: “Hêvîdarim ev cejn ji bo hemû gelan bibe wesîleya azadî û aramiyê. Di serî de girtiyên nexweş, dema hemû girtiyên siyasî hatin berdan wê demê em ê cejnê bi keyfxweşiyeke mezintir pîroz bikin.” Wekîl Îbrahîm Akin jî got: “Li dijî şer, cejn ji bo pêşxistina xwişk-biratiyê girîng in. Xebatên me piştî banga birêz Abdullah Ocalan dane meşandin, ji bo gel bû hêviyeke mezin. Divê em vê hêviyê mezintir bikin. Ji bo vê jî em têkoşîneke mezin didin.” 
 
Wan
 
Bi beşdariya partiyiyan û gelek welatiyan li Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê jî cejn hate pîrozkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Veysî Dîlekçî, got: “Cejn tên wateya aştiyê, yekitî, xwişk-biratiyê. Lê mixabin li Rojhilata Navîn her roj şer û komkujî hene. Rêberê Gelê Kurd bangekî dîrokî kir û ev bang ji bo me cejn bû. Ji bo xwedîderketina li vê bangê û mayindekirina aştiyê divê her kes tişta ji dest tê bike.” 
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin jî wiha got: “Îro salvegera 31’ê Adarê ye. Gelê me çû ser sindoqê û her 14 şaredariyên Wanê bi dest xist. Me 8’ê Adarê û Newroz li pey xwe hişt û niha bi kelecaneke mezin ber bi 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve diçin. 4’ê Nîsanê li hemû gelên bindest û gelê Kurd pîroz be.” 
 
Di tevahiya rojê de gel hate partiyê û cejna hev pîroz kirin.