Kombûna Zenûbiya Cejna Remezanê pîroz kir

  • 11:23 31 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kombûna Jinan a Zenûbiya Cejna Remezanê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û diyar kir ku dê têkoşîna mîsogerkirina mafên jinan bidomîne.
 
Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya Cejna Remezanê peyamek weşand. Di peyamê de cejn li tevahî jinên cîhanê, bi taybetî dayik û hevjînên şehîdan û tevahî malbatên wan, dîsa şervanên YPJ û QSD’ê hat pîrozkirin. 
 
Di daxuyaniyê de îşaret bi nirxên ola îslamê hat kirin û hate diyarkirin "Em bi hêvî ne ku ev cejn bibe wesîleya aştî û aramiyê li welatê me yê ezîz Sûriye û bibe wesîleya xêr û xweşiyê ji gelê me re."
 
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin "Em teqez dikin ku em ê têkoşînê berdewam bikin ta mafên jinan bi dest bixin û rola wan di tevahî qadan û avakirina civakeke demokratîk de mîsoger bikin. Em ji Xweda dixwazin ku rojî û nimêja we qebûl bike û cejna we bike cejna xweşiyê."