
Ji bo pêkhatina aştiyê divê gav bê avêtin
- 09:04 30 Adar 2025
- Rojane
Rabîa Onver
WAN - Hevseroka OHD’a Wanê Hatîce Bagci, derbarê banga sedsalê de nirxandin kir û got: “Ji bo pêvajo erênî pêş bikeve û aştiya mayînde pêk bê divê dewlet gavên cidî bavêje.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê de bi hevkariya heyeta Îmraliyê banga "Sedsalê" ya wek "Aştî û civaka demokratîk" hat pênasekirin kir. Piştî bangê guherînên destura bingehîn yên bi salane tên axaftin ji nûve hat rojevê. Her demê de nîqaşên ku bila rêxistinên jinan jî tevli xebatên destura bingehîn ya nû bibin jî tên kirin.
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Hatîce Bagci der barê bangê de axivî.
Hatîce Bagci diyar kir ku banga avakirina aştiya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek bi nirxe û ji bo gavê hatine avêtin bikevin jiyanê divê şert û mercên heyî pêk bên. Hatîce Bagci wiha vegot: “Birêz Ocalan di vê bangê de berpirsyariya xwe ya dîrokî anî cih. Bi biryar û îradeyek xurt berpirsyariya xwe ya dîrokî anî cih. Vê îrade û biryarê bi êrînê bandor li pêvajoya aştiyê kiriye. Lê divê êdî dewlet li hember vê bangê û aştiya civakî gavên mayînde bavêje.”
‘Divê hemû alî guh bidin bangê’
Hatîce Bagci daxuyakirin ku hevdîtin bên kirin jî tecrîda li Îmraliyê 26 sale didome û divê ev tecrîd demildest bidawî be, di vê nokteyê de gav bên avêtin. Hatîce Bagci wiha anî ziman: “Birêz Ocalan rola xwe lîstiye. Dor ya aktorên din e. Her kes rola xwe bilîze wê pêvajo baş bimeşe. Divê sererastkirinên qanûnî bên kirin. Wê ev piştgiriyê bide pêvajoyê. Divê hemû alî guh bidin bangê. Hemû kesên aştiyê dixwazin divê tevli pêvajoyê bibin. Ji bo bidawîbûna tecrîdê divê gavên pêwist bên avêtin.”
‘Divê sererastkirinên qanûnî bên kirin’
Hatîce Bagci di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin di şertên tecrîdê de nikare bê meşandin û wiha dirêjî dayê: “Divê dewlet di mijara hebûna Gelê Kurd û azadiya Gelê Kurd de sererastkirinên qanûnî bike. Derbarê azadiya hebûna gelê Kurd de ewlehiya qanûnî pêwist e. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê gavên pêwist bên avêtin û der barê mafê hêviyê de jî sererastkirinên qanûnî bên kirin.”