
‘Rojînê întîxar nekir, hat qetilkirin’
- 09:03 7 Adar 2025
- Rojane
Gulistan Gulmuş
AMED - Mirina bi guman a Rojîn Kabaîş hîna nehatiye ronîkirin. Malbata Rojîn Kabaîş da zanîn ku keça wan întîxar nekiriye hatiye qetilkirin. Her wiha daxwaz kirin ku jin di 8’ê Adarê de navê Rojîn Kabaîş biqîrin.
Bi rojane amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê tên kirin. Her sazî wê li gelek bajar, tax û gundan bernameyan pêk bîne. Berbi 8’ê Adarê ve em çûn malbata xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş a winda û û 18 roj şûnde cenazeya wê hat dîtin. Mirina Rojîn Kabaîş wek a Narîn Guran hat rojevê lê mixabin hîna mirina wê ya bi guman nehatiye ronîkirin.
Malbata Rojîn Kabaîş bi hefteyan e di lêgerîna edaletê de ne. Malbat diyar dike ku keça wan întîxar nekiriye û hatiye qetilkirin. Ji bo rastiyê fêr bibin jî têkoşîna xwe didomînin.
’18 rojan em li dora wê avê bûn’
Dayik Aygul Kabaîş da zanîn ku keça wê nû zanîngeh qezenc kiribû û pir kêfxweş bûye, ji bo biçe amadekariyên xwe kiriye. Aygul Kabaîş wiha vegot: “Ji bo zanîngehê çû Wanê. Sê roj şûnde ez lê geriyam. Ji min re wêneyê xwarinê şand û piştre bi dîmen geriya. Em axivîn. Got ev der pir zor e lê wê di nava demê de hîn bibin. Piştre min got diçû ku got ez diçim marketên neskafeyê digirim. Got ez vegerim ez ê li te bigirim. Piştre negeriya. Min jî got hevalên wê di odeyê de hene ez wan rehet bihêlim. Pişre min peyamek bi deng şand. Peyama min nedît. Min mereq kir. Nîv saet şûnde ez geriyam. Dîsa venekir. Min got razaye. Roja din sibehê ez saet di 10’an de çûm marketê. Ez vegeriyam polîs geriyan. Gotin Rojînê nehatiye wargehê. Min got we çima bi şev agahî neda. Hevjînê min li Êlihê bû. Zarokên min jî li Yalovayê dixebitin. Çawa bihîstin çûn Wanê. Ez jî ji vir çûm. 18 rojan em li dora wê avê bûn. Em bi avê xapandin. Gotin di avê de fetisiye. 13 rojan li wir mam û piştre vegeriyam. Min xwest tenê bimînim. 18 roj şûnde agahiya wê hat.”
‘Bila bibin dengê Rojînê’
Aygul Kabaîş gotinên xwe wiha berdewam kir: “Rojînê întîxar nekir. Ew avêtin avê. Çawa kirin em nizanin. Keça min întîxar nekir. Keça min sê salan ji bo zanîngehê xwe amade kir. Kêfxweş bû. Çima mirovek wisa întihar bike. Bila di 8’ê Adarê de hemû kes navê Rojînê biqîrin û bibin dengê wê.”
‘Dema jin tên qetilkirin qeydên kamerayê tên paqijkirin’
Meta Rojîn Kabaîş, Ozlem Kaganarslan jî wiha got: “Tu pêşketin di dozê de tuneye. Êşa me hîna teze ye. Rojînê întîxar nekir, hat qetilkirin. Dema me cenazeyê wê dît em hilweşiyan û em wek kavilekê li holê hatin hiştin. Dewletê bûyer ronî nekir. Her kes xwedî li dozê derket lê hîna bûyer nehatiye ronîkirin. Dema jin tên qetilkirin qeydên kamerayê tên paqijkirin. Malbat 18 rojan li dora wê avê çû hat. Piştî 18 rojan di avê de hat dîtin. Xuyaye ku hatiye qetilkirin û avêtine avê.”
'Em ê heta dawî şopdarê dozê bin'
Ozlem Kaganarslan wiha dawî lê anî: “ Em ê heta dawî şopdarê dozê bin. Em kêfxweş naçin 8’ê Adarê. Ez 8’ê Adarê pîroz nakim. Ne Rojîn, ne Narîn û ne jî Sila bebek di vê 8’ê Adarê de tune ne. Bila tu kes li qadan bi coş û pîrozkirinê xwe nexapîne. Evqas jin tên qetilkirin û ez fêm nakim çima ev 5 meh in doza Rojînê bi encam nabe. Gelek tişt li holê ne. Cînayet li holê ye. Kes nizanibe jî malbat zarokên xwe baş nas dikin. Rojînê zanîngeh qezenc kir. Rojîn ne keseke ku întîxar bike bû. Keda xwe ya du sê salan dikare di du rojan de bidawî bike.”