
Jin li dijî zimanê tundiyê yê dewletê bi bertek in
- 09:02 7 Adar 2025
- Rojane
Melîke Aydin
ÎZMÎR - Jinên banga sedsalê bi kelecan pêşwazî kirin diyar kirin ku divê civak xwedî li aştiya bi rûmet derkevin û gotin divê dewlet dest ji zimanê newekheviyê berde, girtiyên siyasî jî demildest bên berdan.
Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokraisyê ya Gelan (DEM Partî) di 27’ê Sibatê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin û piştî vê banga sedsalê hat ragihandin. Bang ji aliyê jinan ve bi kelecan hat pêşwazîkirin û hat diyarkirin ku divê dewlet dest ji zimanê newekheviyê berde û di gotinên aştiyê de samîmî be.
‘Pergal dijminê hemû kesî ye’
Hevseroka DEM Partiyê ya Selçukê Şevîn Aydemîr da zanîn ku mafên herî xwezayî yên gelê Kurd tên xespkirin û got: “Desthilatdarî van mafan nake mijara gotinê. Bi berdana çekan her tişt bidawî nabe. Ev maf neyên dayîn aştî ne pêkan e. Navê vê nabe aştî. Divê ev maf bên dayîn. Tirkiye bi pergalek faşîst welat bi rê ve dibe. Dixwaze hemû kesî dîl bigire. Kesên ne li alî wan dijmin îlan dike. Her kesî teroîze dike.”
‘Divê xwedî li aştiyê bê derketin’
Şevîn Aydemîr wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kurd û hemû alî welatîbûna wekhev dixwazin. Hemû gel xwedî maf in ku bi çand û zimanê xwe bijîn. Divê mafên jinan jî demildest bikevin bin ewlehiyê. Divê her her kes xwedî li aştiya bi rûmet derkevin.”
‘Şer li gorî hesabê dewletê ye’
Karkera malê Gulten Altindag jî da zanîn ku bi salan e Kurd tune tên hesibandin û got: “Şer li gorî hesabê dewletê ye. Bila dayik negirîn û kes nemire. Bila leşker, Kurd, Tirk nemirin. Bila ji her du aliyan jî kes nemirin. Em ji ber hevdîtina heyeta DEM Partiyê ya bi Herêma Federal a Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a bi Sûriyeyê re pir kêfxweş bûn. Divê Kurd bên gel hev. Divê bibin yek.”
‘Divê maseya berê xera nebûya’
Kedkara malê Yeşîm Tuna Kiziltoprak jî da zanîn ku ew wek dayikek Tirk dixwaze aştiyeke mayîn de bê û wiha bi lêv kir: “Dema dayikên aştiyê û dayikên Tirk hev hembêz bikin wê aştî pêk bê. Hêza dayikan wê vê xwînê bide rawestandin. Divê maseya berê ya aştiyê xera nebûya. Ger xera nebûna wê îro li Rojhilata Navîn bihar hebûna. Divê desthilatdarî, serokomar dest ji zimanê newekheviyê berde. Hem dibêjin aştî hem jî qeyûman tayîn dikin. Divê desthilatdarî samîmî be.”
‘Divê Kurd ligel hev bin’
Menîce Demîrhan jî diyar kir ku ger aştî bê xwestin divê qeyûm neyên tayînkirin û divê girtiyên siyasî demildest bên berdan. Menîce Demîrhan wiha vegot: “Rojekê dibêjin aştî roja jin gelê Kurd davêjin zindanan. Em Kurd in, ne terorîst in. Em jî xwedî her tiştî ne. Divê ji bo aştiyê Erdogan biaxive. Divê Kurd bibin yek û ligel hev cih bigirin.”