
ROJEVA 07'Ê ADARA 2025'AN
- 09:00 7 Adar 2025
- Rojev
* "Pêvajoya 8'ê Adara 2025'an bi pêşketina banga 'Aştî û Civaka demokratîk' coş û moralek mezin da me. Ji ber herî zêde pêwîstiya jina bi dinyayeke bêşer, bi aşîtî û civaka demokratîk heye. Em ê bi vê kêfxweşiyê, 8'ê Adarê li ser çiyayê Şengalê bi xeyal û hêviyê aştî û azadiya hemû jina bi xemilînin û pîroz bikin." JI PÊNÛSA JINAN
* Jinên li Helebê yên têkildarî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn wiha gotin:"Îro jî herî dawî di sala 2025'an de bangewaziya Rêbertî ya danîna çekê ji bo me bangewaziyek pir girîng bû. Ji ber ku Rêbertî bi vê bangewaziya xwe dîroka aştiyê carek din nûjen kir." BI DÎMEN
* Aktîvîsta TJA’yê Rojda Bedîa Akkaya derbarê xebatên li qadan û di çarçoveya felsefeya "Jin jiyan azadî" de dimeşînin axivî û got: “Ji bo mezinkirina felsefeyê, xurtkirina vê xetê û jiyanek çawa tê xwestin de me têkoşîna xwe meşand û vê formulê xwe li hemû jinan pêçaye.” DOSYA - BI DÎMEN
*"Konfederalîzma Demokratîk tê wateya kombûna hemû komên demokratîk. Divê yekîtiya jinên demokratîk, yekîtiya ciwanên demokratîk, saziyên demokratîk, yekitiyên çandî, aborî û siyasî cihê xwe bigirin. Yekitiya Kurdan bi xwe jî ev e. Ne li dijî sînorên dewleta ku tê de ne. Kurdên li Tirkiyê, Kurdên li Îranê, Kurdên Sûriyê û Iraqê di nava xwe de vê rewşê nîqaş dikin." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
* Jinên di şerên serxwebûnê de di eniya pêş de cih girtin seranserê dîrokê ji nedîtîve hatin dîtin. Lê li Bolîvyayê berxwerdana ku Juana Azurduy da destpêkirin, ji sedsala 19’an heta îro îlham daye têkoşîna jinan. Jinên Bolîvyayî ku li dijî her cureyê binpêkirinê berxwedane, têkoşîn wan bi sedsalane didome. DOSYA
*Jinên banga sedsalê bi kelecan pêşwazî kirin diyar kirin ku divê civak xwedî li aştiya bi rûmet derkevin û gotin divê dewlet dest ji zimanê newekheviyê berde, girtiyên siyasî jî demildest bên berdan. BI DÎMEN
*Mirina bi guman a Rojîn Kabaîş hîna nehatiye ronîkirin. Malbata Rojîn Kabaîş da zanîn ku keça wan întîxar nekiriye hatiye qetilkirin. Her wiha daxwaz kirin ku jin di 8’ê Adarê de navê Rojîn Kabaîş biqîrin. BI DÎMEN
*Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê piştî banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, agirbesta ku PKK’ê îlan kir bibîr xist û got: “Bi sedsalane ev têkoşîn didome. Lê her kes dizane ku 40 sal zêde ye bi PKK’ê didome. Serokatî û PKK’ê gava pêwist avêt. Niha dora gavavêtinê ya dewletê ye.” DÎMEN HEYE
*Jinên Wanê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê nirxandin kirin. Ayşe Demîr bang li jinan kir û got: “Biqîrin, bêdeng nemînin, xwe îfade bikin. Çi dibe bila bibe li mafên xwe bigerin. Wê rojekê pêk bê. Bêdeng nemînin.” DÎMEN HEYE
*Li Wanê di 9’ê Adarê de li Parka Mûsa Anter bi dirûşmeya ‘Em li dijî qirkirina jinan serî hildidin, em ber bi azadiyê ve dimeşin’ roja jinan wê bê pîrozkirin. Jinan der barê rojê de bang kirin û diyar kirin ku ew ji peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêzê digirin û xebatên 8’ê Adarê dimeşînin. Jinan bang li hemû jinên Wanê kirin ku di 9’ê Adarê de li Parka Mûsa Anter bin. DÎMEN HEYE