
ROJEVA 04'Ê SIBATA 2025'AN
- 09:00 4 Sibat 2025
- Rojev
* Prof. Neşe Ozgen da zanîn ku şîn ne tenê bertekek hestiyariye, heman demê de mafekî esas yê mirovahiyê ye û got bertekên li dijî mirinê tên nîşandan, parçeyek hesta aydiyet û nasnaemya mirovane, astengkirina mafê şînê travmayê zêde dike heman demê de qebûlkirina mirinê zehmet dike. (DOSYA) BI DÎMEN
* Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê parêzer Eren Keskîn, bal kişand ser komploya navneteweyî û got: “Anîn Birêz Ocalan a li Tirkiyeyê tê wateya xizmet dayîna polîtîkayên neçareseriya pirsgirêka kurd. Ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan û aştiyeke bi rûmet divê pêşî li Îmraliyê tecrîd bê rakirin. Gotina Ocalan 'Ez xwedî bi hêz im ku pirsgirêkê çareser bikim' divê bi baldarî were nirxandin." (DOSYA) BI DÎMEN
*Parêzera femînîst Canan Arîn a ku Qanûna Rewşa Şexsî û Efûya Giştî ya ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hatiye qebûlkirin û bandora van gavan nirxand û got: “Qanûna bêdengkirina jinê ye. Ev qanûn binpêkirina mafên mirovan e. “Mafên ku jinan bi dest xistine ji asîman bi zembîlan daneketiye. Ji bo vê jî divê jin li ber xwe bidin." DÎMEN HEYE
*Li Meletî ya ku ji ber erdhejê zirareke mezin dîtibû, her çend 2 sal derbas bûn jî bi taybet pirsgirêka xaniyan gelek pirsgirêk berdewam in û ji ber ku kavil bi awayekî bi rêk û pêk nehatine rakirin pirsgirêkên tenduristiyê hene. DÎMEN HEYE
*Aktîvîsta Mafên Mirovan Fatma Bostan Unsal da zanîn ku têkoçûyina dewletê ji ber neçareserkirina meseleya kurd e û got, "Ji bo Tirkiyeyê şansa duyemîn e." DÎMEN HEYE
*Jinên li Helebê têkildarî têkoşîn û berxwedana Viyan Soran de dan zanîn 19 sal di ser şehadeta pakrewan Viyan Soran re derbas dibe û got:" Heya ku em şopdarê rêça pakrewanan bin divê em xwedî li ked û têkoşîna pakrewanan derkevin." DÎMEN HEYE