Tecrûbeyên Kurdistanê
- 09:02 31 Çile 2025
- Nîqaşên Jineolojiyê
"Cihê jinê di jiyana civakî ya Rojava de li ser esasê azadiya jinê ku yek ji rêgezên herî girîng ên konfederalîzma demokratîk e, hatiye avakirin. Jin di jiyana siyasî û civakî de bi awayekî aktîf cih digirin û ev yek di sîstema hevserokatiyê ya rêveberiyên herêmî de cih digire."
Gurbet Aydogan
Tecrûbeyên rêveberiyên herêmî yên li Kurdistanê, di pêşengiya Tevgera Azadiya Kurd de, li gorî rêgezên konfederalîzma demokratîk, bi gelek pêkanînên konkret ên bi armanca zêdekirina kapasîteya rêveberiya cewherî ya civakan hatine dewlemendkirin. Di vê çarçoveyê de projeyên ku li bajarên wekî Amed, Mêrdîn, Êlih û Wanê hatin meşandin, bi teşwîqkirina beşdariya gelê herêmê, hişt ku di qadên etnîkî, çandî û aborî de gavên girîng bên avêtin.
Amed
Li Amedê li gorî rêgezên konfederalîzma demokratîk meclîsên taxan hatin avakirin. Van meclîsan wekî platformên ku gelên herêmê pirsgirêkên xwe nîqaş dikin û pêşniyarên çareseriyê pêş dixin. Weke mînak di van meclîsan de mijarên wekî pirsgirêkên binesaziyê yan plansaziya bûyerên civakî yên li taxekê têne nîqaşkirin û pêşniyar pêşkêşî şaredariyê tê kirin.
Li Amedê ji bo ku ziman û çanda Kurdî zindî bimîne gelek hewldanên cuda tên kirin. Kursên ziman û çalakiyên çandî yên ji aliyê şaredariyê ve tên destekkirin, derfetê dide gelê herêmê ku zimanê xwe hîn bibin û mîrata xwe ya çandî zindî bihêlin.
Koperatîfa Jinan a Jiyan
Ev koperatîf tevlibûna jinan a di jiyana aborî de teşwîq dike û derfeta hilberandin û firotina berhemên destan, xwarinên organîk û berhemên bi vî rengî dide. Jin bi rêya kooperatîfan hem di warê aborî de xurtir dibin hem jî hevgirtina civakî zêde dikin.
Mêrdîn
Di çarçoveya konfederalîzma demokratîk de nûnerên komên cuda yên etnîkî beşdarî pêvajoyên rêveberiyên herêmî dibin. Ev tê wê wateyê ku civakên Asûrî, Ereb û Kurd dikarin çalakiyên xwe yên çandî organîze bikin û nûnertiya xwe bikin.
Koperatîfa Jinan a Mêrdînê
Ev kooperatîfa ku li Mêrdînê hatiye avakirin, bi firotina berhemên xurek, hunerên destan û berhemên tekstîlê yên ku hildiberînin, alîkariya jinên herêmê dike ku serxwebûna aborî bi dest bixin. Her wiha kooperatîf ji bo jinan ji bo pêşxistina şiyanên xwe yên kargeriyê perwerdeyê dide.
Projeyên ekolojî û hawirdorê ya Êlihê
Li Êlihê di çarçoveya konfederalîzma demokratîk de der barê pirsgirêkên hawirdorê de proje tên pêşxistin. Kampanyayên çandina daran û projeyên parastina çavkaniyên avê, pêkanînên di qada hawirdarê de derxistina pêş a demokrasiyê.
Navendên ciwanan
Ji bo ciwan aktîftir tevli jiyana civakî bibin li Êlihê navendên ciwanan hatin vekirin. Li van navendan xebatên bernameyên perwerdehî, atolyeyên xebatê û sportîf tên meşandin.
Wan
Li Wanê bi armanca xurtkirina aboriya herêmî û hevgirtina civakî kooperatîfên çandinî û hunera destan hatine avakirin. Ev kooperatîf berhemên herêmî derdixe firotinê û di heman demê de hevgirtina civakî teşwîq dike.
Her wiha di esasa rêgeza konfederalîzma demokratîk de bernameyên perwerdeya civakî bi tevlibûna gelê herêmê pêk tê.
Şoreşa Rojava
Şoreşa Rojava weke qada pêkanîna şênber a prensîba konfederalîzma demokratîk balê dikişîne. Ev nêzîkatî xwe dispêre nirxên bingehîn ên edaleta civakî, wekhevî, azadî û paradîgmaya azadiya jinê ya ekolojîk. Yek ji hêmanên bingehîn ên avakirina konfederalîzma demokratîk a li Rojava meclîs û komunên herêmî ne. Ev avahiyên ku li her tax, gund û bajarekî hatine avakirin, beşdariya rasterast a gelê herêmê misoger dike û di pêvajoyên biryardayînê de bi awayekî aktîf rol bilîzin. Weke mînak meclîsên gel ên li Kobaniyê hatine avakirin, ji perwerdehiyê bigire heta tenduristiyê, ji binesaziyê heta ewlehiyê di gelek mijaran de li ser pêdiviyên gelê herêmê biryaran digirin. Ev meclîs bi lidarxistina civînên ku hemû endamên civakê dikarin beşdar bibin, beşdariya rasterast a gel teşwîq dikin. Bi vî awayî girêdayîbûna bi desthilatdariya navendî kêmtir dibe û pirsgirêkên herêmî bi lez û beztir têne çareserkirin.
Rêxistina aboriyê û kooperatîf
Li Rojava aborî ne li gorî însiyatîfên herêmî tê birêxistinkirin. Di vê çarçoveyê de, kooperatîfan wekî pêkhateyên bingehîn ên ku mirovan dikarin aboriya xwe kontrol bikin derdikevin pêş. Kooperatîfên çandiniyê hişt ku cotkarên herêmê werin cem hev û berhemên xwe hilberînin û bazarê bikin. Armanca van kooperatîfan kêmkirina newekheviyên aborî bi belavkirina qezencên hilberînê bi awayekî adilane. Her wiha li Rojava kooperatîfên jinan hatin avakirin û jin di jiyana aborî de hîn aktîftir cih digirin.
Yek ji kooperatîfên herî naskirî ku li Rojava hatiye avakirin, kooperatîfa "Hevgirtin" e ku di warê çandiniyê de kar dike û bi gelên herêmê re hevpar dixebite. Di vê kooperatîfê de cotkar li ser erdên hevpar ên çandiniyê dixebitin û berhemên ku bi hev re çêdikin bazarê dikin.
Komîsyonên edalet û lihevkirinê
Komîsyona edaletê ya ku li bajarê Qamişlo hatiye avakirin, ji bo çareserkirina nakokiyên civakî bi awayekî çalak dixebite. Komîsyonên Edaletê yên li Rojava ji endamên civakê pêk tên û berevajî sîstemên dadgehên kevneşopî, li hemberî sûcdaran nêzîkatiyên rehabîlîtasyonê û lihevkirinê dipejirînin. Ev bi taybetî di nakokiyên malbatî û pirsgirêkên biçûk ên civakî de bi bandor e. Ev nêzîkatî ji cezayê girtîgehê zêdetir tamîrkirin û lihevhatina civakî pêş dixe, bi vî awayî aştî û aştiya berdewam di nav civakê de diparêze.
Di perwerdehiyê de pir zimanî
Li Rojava perwerdeya pir zimanî tê qebûlkirin. Li Kantona Cizîrê dibistanên ku sîstema perwerdehiya pirzimanî qebûl dikin hatin vekirin. Li van dibistanan xwendekar bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî tên perwerdekirin. Bernameya perwerdehiyê ji bo mîrata çandî û dîrokî ya her civakê tê amadekirin. Digel ku pergala perwerdehiya pirzimanî derfetê dide xwendekaran ku nasnameya xwe ya çandî nas bikin, bi rakirina astengiya zimanî ya di navbera komên ji nasnameyên cihê yên civakî de ahenga civakî zêde dike.
Nêzîkatiya azadixwaz a jinê
Cihê jinê di jiyana civakî ya Rojava de li ser esasê azadiya jinê ku yek ji rêgezên herî girîng ên konfederalîzma demokratîk e, hatiye avakirin. Jin di jiyana siyasî û civakî de bi awayekî aktîf cih digirin û ev yek di sîstema hevserokatiyê ya rêveberiyên herêmî de cih digire.
Akademiyên jinan
Akademiyên jinan ji bo perwerdekirina jinan û tevlîbûna jiyana civakî ya li Rojava gaveke girîng e. Ev akademî derfetan didin jinan ku xwe bi pêş bixin û di guhertinên civakî de bi awayekî aktîf cih bigirin. Akademiyên jinan ji bo jinan gelek bernameyên perwerdehiyê pêşkêş dikin. Ev bername ji qursên xwende-nivîsendetiyê bigire heya perwerdehiya pîşeyî pir fireh in.
Akademiya jinan a Qamişlo
Ev akademî ji bo jinan bername û semînerên cuda yên perwerdeyê dide. Beşdar têne teşwîq kirin ku di civakên xwe yên herêmî de bi perwerdehiya li ser wekheviya zayendî û konfederalîzma demokratîk rolek aktîf bilîzin.
Navendên Lêkolînê yên Jîneolojiyê
Ev navendên ku li Rojava hatine avakirin li ser rola jinan a dîrokî, çandî û civakî lêkolînan dikin. Ev navend newekheviyên civakî yên ku jin rastî wan tên analîz dikin û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan stratejiyan pêş dixin. Ev pêkhate dihêle ku di warê bihêzkirina jinan û misogerkirina wekheviya zayendî li Rojava gavên girîng bên avêtin. Tevlîbûna aktîf a jinan navenda modela konfederalîzma demokratîk a Rojava ye û weke parçeyekî girîng ê veguherîna civakî tê dîtin.
Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Li Latîn Amerîkayên tevgera gundiyên bê ax’ wê bê weşandin.