
ÎHD'ê ji bo Hatîce Onaran ji NY'yê re name şand
- 14:38 29 Çile 2025
- Rojane
STENBOL - Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo endama xwe Hatîce Onaran ku ji ber ji girtiyan re pere şand bi hinceta "fînansmaniya rêxistinê kiriye" hat girtin, Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) re nameyek şandin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, ji bo endama xwe Hatîce Onaran a ku ji ber ji girtiyan re pere şand û bi îdiaya "fînansmaniya rêxistinê kiriye" hat g irtin ji Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) re nameyek şand. Beriya şandina nameyê li avahiya ÎHD'ê ya Beyoglû ya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniya ku gelek kes lê amade bûn de hat gotin, “Zexta darazê ya li ser parêzvanên mafan rawestînin. Pankarta "Hatîce Onaran ne bi tenê ye" hat hilgirtin. Di daxuyaniyê de metna çapemeniyê ji aliyê endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Meral Nergis Şahîn ve hat xwendin.
Piştî daxuyaniyê ji Komîsyona Mafên Mirovan a NY'ê re name hat şandin.