Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê: Sofiya Alagaş îradeya jinê ye

  • 11:54 29 Çile 2025
  • Rojane
  
 
ENQERE- Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Sêrtê da û got, “Sofya Alagaş vîna gelê Sêrtê û jinên Sêrtê ye. Hûn ê li hemberî vê vînê têk biçin." 
 
Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş a ku dema rojnameger bû bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin, di enca vê dozê de ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn û qeyûm tayînî şûna wê hat kirin. 
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal li dijî tayînkirina qeyûman daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Rejîma desteserkirin û talanê li Sêrtê careke din xwe nîşan da. Tayînkirina qeyûm tayînî şaredariya me ya bi lez û bez piştî cezayê girtîgehê yê li Hevşaredara me Sofîa Alagaş hat birîn, berdewamiya êrîşên li dijî vîna gel û îradeya jinê ye. Bi vê biryarê re prensîba me ya hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev careke din hate hedefgirtin. Ne qeyûmên we û ne jî rejîma we ya mêtinkar û talanê dê nikaribin li van axan bijîn. Jin wê dev ji parastina vîna xwe bernedin. Sofia Alagaş vîna gelê Sêrtî û jinên Sêrtî ye. Hûn ê li hemberî vê vînê îradeyê têk biçin."