Berxwedana li Bendava Tişrînê didome

  • 10:53 29 Çile 2025
  • Rojane
 
   
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên li Bendava Tişrînê tevî bombebaranê jî, çalakiya xwe di roja 22`yemîn de didomînin. Çalakvanan got "Êriş çi qasî dijwar bin jî em ê bendavê bernedin.”
 
Bendava Tişrînê rastî êrişên tund ên Artêşa Tirk û çeteyên wê tê. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendavê û rawestandina êrişan çalakiyên xwe didomîne.
 
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe, ji bo parastina Bendava Tişrînê, di roja 22’yan de çalakiya xwe ya li bendavê didomînin.
 
Duh şêniyên kantona Cizîrê ji bo ku li şûna şêniyên bajarê Kobanê çalakiya nobetê dewr bigirin berê xwe dabû bendavê.
 
Çalakvanên li bendavê ji ANHA'yê re axivîn û gotin: "Em ê bendavê biparêzin. Em ji êrişên dagirkeriya Tirk, çeteyên wê û balafirên wê natirsin. Heta ku êriş rawestin em ê çalakiya xwe bidomînin. Em li kêleka hêzên xwe yên leşkerî ne û em ê dest ji bendavê bernedin.”