Abdullah Ocalan rêya çareseriyê nîşan dide!

  • 09:04 28 Çile 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk hat, li ser gavneavêtina hikûmeta AKP'ê gelek nîqaş hatin kirin. Abdullah Ocalan, çarçoveya destûrî, rêveberiyên herêmî, pirsgirêkên herêmî û pirsgirêkên zimanê dayikê, di dema danûstandinên sala 2013'yan de diyar kir ku dê çareserî çawa be.
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi biraziyê xwe Omer Omer Ocalan re di 23'yê Cotmeha 2024'an de hevdîn pêk anî. Dû re jî di 28'ê Kanûna 2024'an de jî parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder wek Şandeya Îmraliyê re hevdîtin pêk anî. 
 
Hevdîtina yekem
 
Di hevdîtina yekem de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derbarê çareseriya pirsgirêka kurd de çarçoveyeke ji 7 xalan pêk tê danî holê û got: "Hêzkirina xwişk û biratiya Tirk-Kurd berpirsiyariyek dîrokî ye û her wiha çarenûsa ji bo hemî gelan giringiyek û lezgîn wergirtiye". Abdullah Ocalan diyar kir ku ew amadeye bû ku pozîtîf beşdar bibe û destnîşan kir ku divê di serî de Meclîs hemû partiyên siyasî rol bigire.
 
Hevdîtina duyem 
 
Şandeya Îmraliyê piştî ku bi hemû partiyên siyasî yên li Meclîsê û siyasetmedarên girtî re hevdîtin pêk anî û dû re jî di 22’yê Çile de careke din çû Girava Îmraliyê. Di daxuyaniya piştî hevdîtinê de hat diyarkirin ku Abdullah Ocalan xebatên xwe yên çareseriyê yên berfireh didomîne.
 
Demokratikleşme zemini
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina duyem de ji bo avakirina derfetên çareseriyeke demokratîk wiha got: "Yekane çareseriya ku hem Tirkiye, hem Sûriye, hem Iraq û hem jî heta Îranê rizgar bike, avakirina zemîna demokratîkbûnê ye û aştiya bi hemû gelan re ye. Yekane çareseriya ku wê Îranê jî rizgar bike ev e."
 
Meclîs, çarçoveya qanûn û makeqanûnê
 
Li gorî perspektîfa ku Abdullah Ocalan der barê hewldana çareseriya pirsgirêka kurd de daye pêş, divê pêşî Meclîsê rol bigire, komîsyonek bê avakirin û piştre jî çarçoveya qanûnî û makeqanûnî bê avakirin.
 
AKP gav neavêtiye 
 
Dema ku Abdullah Ocalan derbarê çareseriyê de çarçoveyek danî û bal kişand ser hevkariya partiyên siyasî ya li Meclîsê, heta niha AKP gav neavêtiye û nîqaş û zimanê xwe neguherandiye. Gelê Kurd û rayagiştî ya demokratîk li hemberî nêzikatiya AKP'ê bi bertek in. 
 
Serdemên 2013-2015’an ên çareseriyê 
 
 
Piştî hevdîtinên ku li Îmraliyê hatin kirin, pirsgirêka Kurd bi giranî hate nîqaşkirin, dîsa hate rojevê ku Abdullah Ocalan di navbera salên 2013-2015'an de di hevdîtinên xwe yên bi dewletê re, alîgirê çareseriyê bû û bal kişand ser Meclîs û çarçoveya hiqûq-makeqanûnê yê çareseriyê.
 
Abdullah Ocalan hevdîtina 18'ê Adara 2013'yan a bi şandeyê re bal kişandibû ser avakirina komîsyonê ya ku li Meclîsê bê avakirin û bal kişandibû ser xalên girîng ên qanûn û makeqanûnê jî. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan behsa makeqanûna ku sala 1921'an a di avakirina Tirkiyeyê de hatibû amadekirin kiribû. Abdullah Ocalan, da zanîn ku ne hewceye ku makeqanûneke ewqas dirêj bê amadekirin û ji cîhanê jî hîn mînakan dabû û wiha gotibû: "Welatên wekî Tirkiyeyê makeqanûnên wisa hene. Ya îngîlîzan nivîskî nîne. Yên amerîkî jî tenê bi 12-18 xalan pêk tê. Dirêjiya makeqanûnê tê wateya veguherandina makeqanûnê ya qaîdeyan e."
 
Girîngiya li ser hebûnên çandî
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derbarê naveroka makeqanûnê de jî wiha nêrînên xwe anî ziman: "Endamtiya dewletê û endamtiya neteweyî ji hevdû cûda ne. Welatîbûn tê wateya endamtiya dewlet e û li vir etnîsîte nîne. Endamtiya neteweyî girêdayî entnîsiteyê ye.... Em yekitiya Tirkiyeyê di çarçoveya dewlemendiya netewên ku ji dîrokê mayî qebûl dikin. Çandên civakî û herêmî (wek baweriyên elewî û hwd) bikarin xwe îfade bikin, xwe rêxistin bikin û di nav piştevaniyê de bin."
 
Rêveberiyên herêmî 
 
Abdullah Ocalan, diyar kir ku pêşniyareke din a makeqanûnê ew e ku herêm û çand bi xwe pêşeroja xwe diyar bikin, di heman demê de bal kişand ser reformên li ser rêveberiyên herêmî. Abdullah Ocalan der barê mijarê de wiha dibêje: “Divê ev di makeqanûnê de hebin û reforma rêveberiyên herêmî jî bê kirin. Bi vî awayî meclisên xwecihî dikarin aborî, ewlekariya herêmê, perwerde, çand, tenduristî û hwd kontrol bikin. Divê ew di mijaran de xwedî gotin bin."
 
Zimanê zikmakî
 
Abdullah Ocalan destnîşan kir ku mijarên ku di derbarê rêveberiyên herêmî de divê li ber çavan bên girtin dê pirsgirêka zimanê zikmakî jî çareser bike û got, “Perwerdehiya bi zimanê dayikê bi vî rengî tê çareserkirin. Ger perwerdehiya bi zimanê dayikê ji desthilatdariya rêveberiya herêmê re bê hiştin, hûn dikarin wê pirsgirêkê bi her awayî çareser bikin. Em dev ji tirkî bernadin lê dev ji zimanê xwe yê zikmakî jî bernadin. Divê ev mijar bi vî awayî werin fêmkirin."