ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2025'AN

  • 09:00 26 Çile 2025
  • Rojev
* Gelên ku li hemberî bandorên wêranker ên şer, li ber xwe didin û rojnamegerên kurd ji berxwedana gel û rastiyên herêmê ligel her cure êrişan belge dikin. Lê belê cîhan jî li hemberî berxwedana Tişrînê xemsar û medya jî bêdeng ma. MEDYA KRÎTÎK 
 
*Helbestkar Leyla Saraç êş û têkoşîna Gelê Kurd bi helbestên xwe dide bihistin û bi pirtûka xwe ya sêyemîn ya helbestê ‘Dema tu çûyî’ êş û berxwedana gel derdixe pêş. Leyla Saraç di pirtûka duyemîn ya ‘Ji bo bavên nemir’ de hestara ji bo bav û dê vedibêje. Leyla Saraç baldişîne ser qetilkirinên li Bendava Tişrîn û bang kir ku divê her kes bibin dengê berxwedana Tişrînê. BI DÎMEN 
 
*Jinan bertek nîşanê zextên li ser kedkarên çapmeniyê dan û diyar kirin ku ev zext pêkanînên dijdemokratîk in û mafê girtina nûçeyan tê astengkirin. BI DÎMEN 
 
* Endama Meclîsa Partiya DBP’ê Çîçek Ariç da zanîn ku pêvajoya hatiye destpêkirin bi gel re hêvî û bendewariyek cidî ava kiriye û got: “Desthilatdarî divê li alî çareseriyê deng bide gel. Ev gel şer naxwaze.” BI DÎMEN 
 
*Abdullah Ocalan ku di hevdîtinên heyeta DEM Partiyê ya li Îmraliyê de rola Meclîsê ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de nîşan da, di sala 2013'yan de pirsa "Bêyî Meclîsê biryar nede wê çi bibe?" Pirs niha dimîne û nîşan dide ku berpirsiyarî li ku ye.
 
*Endama Komîteya Jîneolojiyê ya Fransayê Carole Eleftherîa şoreşa Kobanê pîroz kir û got: “Divê em her yek li erdnîgariya xwe, bi çîrokên berxwedana xwe ji nûve têkiliyan deynin û dîroka jinê ji nûve kifş bikin. Divê em ji vê zîhniyeta binpêker xilas bibin û rizgariyê ava bikin. Sedsala 21’ê wê bibe sedsala jinê.”