Li Midyadê jinek hate qetilkirin
- 17:23 11 Tîrmeh 2024
- Rojane
MÊRDÎN - Jina ku li navçeya Midyadê mala wê ji aliyê kurê wê ve hate şewitandin, li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Şorizbah a girêdayî navçeya Midyad a Mêrdînê kesê bi navê Veysî Bora di 22’yê hezîranê de mala ku dayik û bavê wî tê de bûn şewitand. Veysî Bora ji cihê bûyerê reviya, bav Hamît Bora xwe ji paceyê avêt û xelas bû. Dayik Atiye Bora bi awayekî giran birîndarbûyî ji malê hate derxistin û şewat bi mudaxileya agirkûjê hate vemirandin.
Atiye Bora ji bo dermankirinê sewqî Amedê hate kirin û V.B. yê ji cihê bûyerê reviya li Stenbolê ji aliyê cendermeyan ve hate girtin û dadgehê ew girt.
Atiye Bora ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê tedawiya wê berdewam dikir, îro jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Borayê piştî karûbarên otopsiyê dê bê veşartin.