Li Giyadînê tehdîda siyanurê: Mafê wan tune ye jehrê belav bikin

  • 09:02 29 Mijdar 2024
  • Ekolojî

  

Memîhan Zeydan 
 
AGIRÎ -  Li gundên navçeya Giyadînê xebatê madena siyanurê rê li ber valakirina gundan û koçberkirina gel vedike. Jinên bi tehdîda siyanurê re rû bi rû dimînin wiha gotin: “Em madenê qebûl nakin. Jehrê li axa me belav dikin. Ev warê me ye, em warê xwe bernadin û naçin.”
 
Li navçeya Giyadîn a Agiriyê Koza Holdîngê du sal berê xebatên siyanurê da destpêkirin. Maden li nêzî gundên Ulîkent, Bilîgana Jor, Bilîgana Jêr, Seîd Beg, Mele Qede, Gêdûk, Tendurekê hat avakirin û ji ber vê gundî neçar man erdên xwe bifroşin û terk bikin. Di rewşa ku xebatên madenê bidomin de wê gundî gundên xwe terk bikin û koçber bibin.
 
Ji bo gundê erdên xwe bifroşin hatine tehdîdkirin
 
Piranî gundiyan ji ber madenê erdên xwe firotine û koçber bûne. Gundiyên Ûlîkent, ev du sal e li dijî madenê li ber xwe didin û xwedî li axa xwe derdikevin. Gundiyan diyar kirin ku dema nû maden hatiye vekirin ji bo ku erdên xwe bifroşin hatine tehdîdkirin. 
 
Jinên gundê Ûlîkent der barê xebatên madenê de axivîn.
 
‘Dînamîtan diteqînin, malên me dihejin’
 
Mazlume Taylan da zanîn ku ew madenê naxwazin û qebûl nakin. Mazlume Taylan wiha got: “Hemû netewan her tim îxanet, heqeret û zilm li me kirin. Em vî mafî nadin kesî. Bila hemû ji vir biçin. Dînamîtan ditewînin û malan dihejînin. Em ditirsin malên xwe de razên. Em nizanin çima evqas dînamît diteqînin. Em naxwazin. Ya wê me bikujin ya jî surgun bikin. Ji sala borî de em têdikkoşin. Ev zilm e.”
 
‘Pere pêşniyar dikin em qebûl nakin’
 
Mazlume Tayhan got ji ber teqîna dînamitan nikarin bi rehetî karê xwe bikin û got: “Maden xetereyek mezine. Behsa derxistina jehrê tê kirin. Me nafikirin. Em qebûl nakin. Pere pêşniyar dikin, ez bi yek mûçeyê debarê dikim dîsa jî qebûl nakim.”
 
‘Di her alî de zirare’
 
Jina bi navê Ferîce Engîn jî wiha got: “Em gundê xwe terk nakin. Tu fêdeya madenê tuneye. Em naxwazin. Maden xetereya mezine. Em sewalkariyê dikin. Em ê sewalan li ku derê biçêrînin?Ji bo zarokên me bi zirare. Em ava çeman dixwin. Em firaqan pê dişon. Di her alî de zirare. Gundê me li ser axê maye. Em ji gundê xwe dernakevin. Ev warê me ye. Em warê xwe bernadin. Em li dijî madenê berxwe didin.Gotin axa xwe bifroşin. Lê me qebûl nekir. Em dizanin ku xetereyek mezine. Em ê gundê xwe bernedin û berxwe bidin.”
 
‘Em li gundê xwe madenê naxwazin’
 
Jina bi navê Yildiz Engîn jî destnîşan kir ku wê maden gundê wan hilweşîne û wiha vegot: “Dînamîtan diteqînin. Gund nav axê de dimîne. Em li gundê xwe madenê naxwazin. Em çi ku derê? Li ber mala me şîrketek vekirine. Zarokên me nikarin derkevin deve. Ev xetereye. Ji bo sewalên me xetereye.Em gundên xwe bernadin.”
 
‘Zarokekî me jiyana xwe ji dest bide em ê çi bikin’
 
Nerîman Ozer jî wiha bi lêv kir: “Em şîrket û madenê naxwazin. Bi rojan dînamît teqandin. Em vê şîrketê naxwazin. Ev warê me ye. Zirarê dide me. Em ji ber axê bi rojan ji malên xwe dernakevin. Em nikarin karê xwe bikin.Zarokên me li derve dilîzin, di teqandina dînamîtê de zarokên me tiştek bibe em çi bikin. Em ji ber jehrê bimrin wê çi bikin. Em axa xwe nafroşin. Em li vir hatine dinê. Em ê li vir bimrin.”
 
‘Em naxwazin vê bi warê me bikin’
 
Nuran Demîr jî diyar kir ku maden ji bo gundiyan ji bo herêmê zirarek mezine û wiha domand: “Ji ber dînamitan hemû herêm bi bandor dibe. Gund nav axê de dimîne. Em nikarin derkevin derve. Çemê ji gundê me derbas dibe heta Çemê Firatê diçe. Ev zirarek mezine. Em qebûl nakin. Em naxwazin vî bi warê me bikin. Berxwedana me wê bidome.”
 
‘Em her tim li vir in’
 
Ji gundê Bilîgana Jêrîn jina bi navê Engul ku nexwest paşnavê xwe bide, da zanîn ku ji dengê kana madenê nerehetin û wiha vegot: “Her tim dengê teqînan tên û mala me diheje. Yên tên vir siyanurê derdixin malên gel ji dest girtin. Zarok, jin û sewal zirarê dibînin. Ji ber axê em nikarin bîhna xwe bigirin. Yên neçar man terk bikin jî hene. Em niznain biçin ku derê. Lê em her tim li vir in.”