
Li Amarayê banga 4’ê Nîsanê
- 13:01 1 Nîsan 2025
- Rojane
RIHA - Di daxuyaniya li pêşiya mala Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye hate dayin de wiha hate gotin: “Ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan divê em di 4’ê Nîsanê de hevgirtina xwe xurtir bikin.”
Bi boneya sala 76’emîn a rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dê di 3-4’ê Nîsanê de li navçeya Xelfetî ya Rihayê mihrîcan bê lidarxistin. Li gundê Amarayê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk têkildarî mihrîcanê daxuyanî hat dayin. Daxuyanî, li pêşiya mala Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye hate dayin. Li gel şêniyên gund, her wiha Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça, Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin û welatî tev li bûn. Li dîwarên malê wêneyê Abdullah Ocalan ên di demên berê de kişandibû, hate daliqandin.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Mulkiye Gulmez daxuyanî xwend û got: “Di serî de jin, em li bendê ne ku her kes beşdarî çalakiyên 4’ê Nîsanê bibin. Hewceye hemû kes piştgiriyê bide meşa ciwanan a îro hatiye destpêkirin.”
Piştre jî Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAD-FED) Kerem Canpolat axivî û got ku tecrîd hêj didome. Kerem Canpolat, wiha domand: “Banga birêz Ocalan a di 27’ê Sibatê de, banga wê bû ku êdî dayik negirîn û ciwan neyên qetilkirin. Ji bo em destê birêz Ocalan xurt bikin, hewceye em xwedî li vê bangê derkevin. Îsal dê bibe sala berxwedan û azadiyê. Em banga tevlibûna mihrîcanê li tevahiya gelê xwe dikin. Birêz Ocalan îradeyeke mezin raber kir û ya dikeve ser milê me jî xwedîderketina li vê bangê ye. Birêz Ocalan gavek avêt û dora dewletê ye. Ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan, hewceye di 4’ê Nîsanê de em hevgirtina xwe xurttir bikin.”
Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.