‘Jin bi destê daraz û ewlehiyê tên qetilkirin’
- 09:10 13 Gulan 2024
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED - Parêzer Berfîn Polat balkişand ser qetilkirinên jinan ên roj bi roj zêde dibin û got mekanîzmayek ku jin serî lê bibin tune ye, jin bi destê daraz û ewlehiyê ve tên qetilkirin, pêşiya qetilkirinan jî wisa vedibe.
Li Kurdistan û Tirkiyeyê di encama polîtîkayên dewletê û darazê de kuştinên jinan û tundiya li ser jinan roj bi roj zêde dibe. Ji ber cezayên bi bandor li gumanbaran nayên birîn, gumanbar cesaretê digirin. Her wiha hemû riyên hiqûqî jî li jinan tên girtin.
Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Berfîn Polat der barê zêdebûn û sedemên qetilkirinên jinan de axivî û zor û zehmetiyên ku jin di pêvajoya girtina piştgiriyê dibînin vegot.
Berfînê got tundiya li ser jinan zêde bûye, aborî, pevçûn û şer jî ev gihandiye astek jor û got: “Bêguman berxwedanek mezin a jinan jî heye. Tundiya li ser jinan, qetilkirin, xespkirina mafê jinan her tim wek rojev li pêş me ye. Jin ne tenê ji aliyê mêrên nêzî xwe ve, li her qada jiyanê her cureyê tundiyê lê tên kirin.”
‘Mekanîzma ewil serî lê didin emniyet e’
Berfînê da zanîn emniyet rêya şaş li ber jinan dixe û wiha domand: “Jin tundiyê dibînin lê mekanîzmayên ku serî lê bidin gelek kêm in. Ji van mekanîzmayan jî encam girtin pir kêm e. Dema tundî li jinan tê kirin serî li qerekol, emniyet, dadgehên malbatê, stargeh, rêxistinên civaka sivîl didin. Ewil diçin emniyetê. Em dibînin ku emniyet di vê mijarê de rêya şaş li ber jinan dixe û tiştên di 6284’an de ji jinan re baş nabêjin. Biryarên pêwist nagirin. Her wiha jinan dîsa vedigerînin hawira tundiyê. Navbeynkariyê dikin û dişînin cem gumanbar.”
‘Rewşa azadiya jinan li ber çavan nayê girtin’
Berfînê destnîşan kir ku yek ji mekanîzmaya din a jin serî lê didin dadgehên malbatê ne û ev tişt got: “Dadgehên malbatê di çarçoveya 6284’an de biryarên qels didin. Çîroka tundiyê, azadiya jinan li ber çavan nagirin. Çîroka her jinekê cuda ye û li gorî hewcedariyê daxwaz jî cuda ne. Lê em dinêrin tedbîrên parastinê hukma wê tune ye.”
Piştgiriya şêwirmendiya hiqûqî
Berfînê destnîşan kir ku hukma tedbîrên parastinê tunebe, gumanbarên tundiyê rewşê binpê bikin, mafê îxbarê jî dertê holê û di vê rewşê de divê hepskirin bi zorê pêk bê. Berfînê nirxandina xwe wiha domand: “Lê dadgeh di pratîkê de kêm hepsa bi zor hukum dikin. Jin jî serî li mekanîzmayên din didin. Em saziyeke ku serlêdana tundiyê digirin e û em piştgiriya şêwirmendiya hiqûqî didin jinan. Em ji jinan re dibêjin ‘ger gumanbar rewşê binpê bike hûn dikarin îxbar bikin’. Jin jî dibêjin ‘em vê bikin wê min bikuje’. Ger ku gotinek mêr evqas bandor li jinê bike wê demê bi aşkera xuyaye ku hemû mekanîzmayên welat li ser pergalek serdest a mêr hatiye avakirin.”
‘Peymana Stenbolê pir girîng bû’
Berfînê balkişand ser stargehan jî û ev nirxandin kir: “Stargeh hem kêm in hem jî şertên wan xerab in. Jin bi zarokên xwe yên 12 salî mezintir re nikarin biçin. Ev rewş jî jinan bê biryar dihêle. Xebatkarên stargehan li hembre jinan nebaş in. Jin ji tundiyê direvin diçin van mekanîzmayan lê em dibînin ku ev mekanîzma jî jinan ji tundiyê dûr nagirin. Peymana Stenbolê hat fehskirin. Niha jî 6284 hedef tê girtin. Peymana Stenbolê ji bo jinan pir girîng bû. Saziyên civaka sivîl xwedî hêz û piştgiriyek bi sînor e. Dema jin serî li me didin em berê wan didin hinek saziyan û ev cih dîsa emniyet, stargeh û merciyên edlî ne. Lê ji ber ji van mekanîzmayan encam nayê girtin, serlêdanên ji bo me jî zêde dibin. Dema jin ji bo parêzer serî li me didin divê mekanîzmayeke ku em berê wan bidinê hebe.”
Ji bajarên din jî serlêdan zêde ne
Berfînê anî ziman ku li Stenbol, Mêrdîn an jî bajarên din ku navenda wan tune ye, jî serlêdan ji me re tên. Berfînê wiha bi lêv kir: “Em di vê nokteyê de nabêjin ‘em ne li wî bajarî ne em piştgiriyê nadin we’. Li şûna vê em bi platfroman li wî bajarî kîjan rêxistina jinan hebe em berê wan didin wir. Li Kurdistanê polîtîkayên taybet di dewrê de ne. Ger tu xwedî profîlek azad a jinê bî tu dibî hedef. Jinên Kurdistanê ne tenê xwedî nasnameya jinê ye. Em ji ber nasnameya xwe hedef tên girtin. Ev polîtîka tenê qetil nakin, tundiyê nakin, di heman demê de bi bêhêvîtî û bêçaretiyê hedef digire. Ji ber vê jî li dijî van polîtîkayana bi awayekî xurt meşandina têkoşînê girîng e.”
‘Em li dijî her tiştî têkoşîna xwe dimeşînin’
Berfînê da zanîn ew têkoşîna xwe didomînin û wiha dawî lê anî: “Em jin ji polîtîkayên bêcezahiştinê bigirin heta polîtîkayên şerê taybet, li dijî xizanî û tundiyê têkoşînê dimeşînin û ev bertek û rêxistinbûn girîng e lê divê em destûrê nedin ku têkoşîna me şûnde bixînin. Divê em hilberînê ji bîr nekin. Divê em li berxwe bidin. Em xwe bi rêxistin bikin. Divê em dest ji hilberîna polîtîkayên xwe bernedin. Divê em destûrê nedin ku rojeva me bê mijûlkirin. Tevî şertên me bi sînor in jî em dikarin bi ser kevin. Îradeya me hêza me ya ku vê bike heye.”