Ji bo zarokên xwe daxwaza edaletê kirin

  • 15:20 12 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya Roja Dayikan li Îzmîr û Şirnexê çalakî hatin lidarxistin. Dayikên Aştiyê di çalakiyan de ji bo zarokên xwe daxwaza edaletê kirin. 
 
Bi boneya Roja Dayikan li Îzmîr û Şirnexê çalakî hatin lidarxistin. Dayikên Aştiyê di çalakiyan de ji bo zarokên xwe daxwaza edaletê kirin. Dayikan gotin:"Zarokên me di hucreyên yekkesî yên girtîgehan de bi gelek nexweşiyan dikevin û dimirin. Mîna hemû dayikan em jî dixwazin zarokên me li ba me bin. Weke dayikên dilê wan biêş, em ji bo vî welatî aştî, edalet û azadiya zarokên xwe dixwazin."
 
Îzmîr
 
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê jî bi boneya Roja Dayikan li Qada Konakê hatin gel hev û heta Îskeleyê meşiyan. Di meşê de bi zimanê kurdî û tirkî pankarta “Diyariya herî mezin ji bo dayikan aştî ye” hate hilgirtin. Her wiha dirûşma “Bijî berxwedana dayikan” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
 
Dayika Aştiyê Hanîfe Gumuş piştî meşê axivî û got ku îroj ji bo wan roja xemgîniyê ye. Hanîfe, anî ziman ku zarokên wan li girtîgehan hatine qetilkirin û wiha domand: “Zarokên me di hucreyên yekkesî yên girtîgehan de bi gelek nexweşiyan dikevin û dimirin. Mîna hemû dayikan em jî dixwazin zarokên me li ba me bin. Weke dayikên dilê wan biêş, em ji bo vî welatî aştî, edalet û azadiya zarokên xwe dixwazin.” 
 
Piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî bi dawî bû. 
 
 
Şirnex
 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê jî Meclisa Dayikên Aştiyê têkildarî Roja Dayikan li ber avahiya DEM Partiyê ya Silopiyayê daxuyanî da. Dayikên ku bi laçikên xwe yên spî tev li daxuyaniyê bûn, pankarta “Ji dayikên lehengan hezar silav li zindanan” hate vekirin. 
 
Di daxuyaniyê de dayika Aştiyê Behiye Nayir axivî. Behiye, Roja Dayikan li tevahiya dayikên cîhanê pîroz kir û daxwaz kir ku roja dayikan bibe wesîleya aştiyeke mayinde.
 
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî. Newroz, anî ziman ku ji bo dayikan xelata herî mezin aştî ye û wiha got: “Li Kurdistanê dayikbûn zehmet e. Ji ber ku dayikên li ser vê erdnîgariyê bi salan bi kedeke mezin zarokên xwe mezin dikin û piştre jî ew zarok yan tê kuştin yan jî tên girtin. Îro li tevahiya cîhanê şer heye, dayikên Ukrayne, Filistinê, Rojava û Kurdistanê heman êşê dikşînin. Ji ber wê ti ferqa dayikan tune ye. Yê ku ferqê dixe navbera dayikan ev şerê desthilatdaran e.”
 
 ‘Îro bi hezaran girtî di çalakiyê de ne’ 
 
Newroz, di berdewama axaftina xwe de got ku encax bi çareserkirina pirsgirêka kurd wê dilê dayikan şad bibe û wiha domand: “Îro li girtigehan jî ev şer didome. Îro bi hezaran girtî di çalakiyê de ne. Girtiyê nexweş hene û înfazên wan tên şewitandin. Çalakiya ku îro hatiye destpêkirin li dijî vê neheqiyê û berdewamkirina tecrîdê ye. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî nayê Tirkiyeyê. Ji avakirina komara Tirkiyeyê heta niha dayik êşê dikêşin. Ji bo bidawîkirina şer pêdivî bi çareseriyê heye. Tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan çavkaniya vî şerî ye. Girtî jî ji bo ku ev tecrîd bi dawî bibe di çalakiyê de ne. Weke çareserî birêz Ocalan destnîşan dikin. Dayikên ku zarokên wan di bin wesayîtên zirxî de man, dayikên ku zarokên wan girtî ne, dayikên ku zarokên wan li çiyê çareseriyê daxwaz dikin. Diyariya herî mezin a ji bo dayikan, aştî ye. Lewma divê deriyên zindanan bên vekirin, tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û tavilê çareserî pêk bê.” 
 
Piştî axiftinan daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî”  bi dawî bû.