
Dayikan bertek nîşanê biryara KWKE’ê da:Mifteya aştiyê Birêz Ocalan e
- 18:20 21 Îlon 2025
- Rojane
MÊRDÎN- Dayikên Aştiyê bertek nîşanê biryara navberê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya der barê ‘mafê hêviyê de dan û gotin: “Miftey aştiyê destê Birêz Ocalan de ye.”
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Merdînê der barê biryara navberê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya der barê ‘mafê hêviyê’ ya der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dabû daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber DEM Partî ya Mêrdînê hat dayîn. Parlamentera DEM Partiyê Salîh aAydenîz jî tevli daxuyaniyê bû.
Dayika aştiyê Halîme Kaya daxuyanî xwend û bertek nîşanê biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê da û got: “Em ji bo azadiya serokê xwe li virin. Ew azad bibe wê Rojhilata Navîn azad bibe. Ew azad bibe wê gel azad bibe. Wê aramî bê û xwîn raweste. Em dayika azadiya xwe bi azadiya serokê xwe dibînin. Azadî ji bo me hemûyan. Bila êdî dayik ngirîn. Mifteya aştiyê destê Birêz Ocalan de ye. Êdî bes e.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bê serok jiyan nabe’ bidawî bû.