Joanna Boshenska: Ez ê teza xwe li ser wêjeya Kurdî bikim
- 19:56 21 Tîrmeh 2026
- Rojane
AMED - Prof. Joanna Bochenska di gotûbêja ‘Xebatên ziman’ de axivî û got: “Di sala 2004’an de min biryar da ku ez teza xwe ya doktorayê li ser wêjeya Kurdî û nasnameya Kurdî ya Bakurê Kurdistanê binivîsim.”
Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Komeleya Çand û Hunerê ya Amargiyê bi serenavê “Kurdnasî: Pirên zanistî û çandî di navbera Kurdistanê û cihanê de” li avahiya komeleyê ya li navçeya Sûrê ya Amedê goyûbêj li dar xist. Endam û rêveberên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li gotûbêjê bûn. Gotûbêj bi moderatiya nivîskar Bêrîvan Matyar destpê kir. Ji Zanîngeha Jagiellonianê Kurdolog Prof. Joanna Bochenska di gotûbêjê de axivî.
‘Ez dixwazim li ser çanda Kurdî bixebitim’
Prof. Joanna Bochenskay diyar kir ku çêkirina pireke di navbera Kurdistanê û dinyayê de gelekî girîng e û got: “Ez li bajarê Krakowê, li başûrê Polonyayê dijîm. Lê ez ne tenê li Polonyayê me, ez jî endameke vê xebatê me û tevlî vê yekê bûm. Ez cara yekem di sala 2001’an de hatim Tirkiyeyê û heta Mêrdînê çûm. Mêrdîn û Amed ji bo min bajarên gelekî taybet in. Piştî çend salan min biryar da ku li ser çanda Kurdî bixebitim. Min xwest zêdetir li ser Kurdan lêkolînê bikim. Di sala 2004’an de min biryar da ku ez teza xwe ya doktorayê li ser edebiyata Kurdî û nasnameya Kurdî ya Bakurê Kurdistanê binivîsim.”
‘Me li ser aliyên jiyana civakî û çandî lêkolîn kirin’
Joanna Bochenska destnîşan kir ku ew di navbera hezîran û tîrmehê de dîsa hatiye vir û wiha domand: “Piştre me serdana Başûrê Kurdistanê kir. Me li ser aliyên jiyana civakî û çandî lêkolîn kirin. Gotarên exlaqî yên di nav edebiyatê de mijara min bûn. Mijara hevalên min jî li ser saziyên çandî yên Kurdan, li ser rewşa Mesihî û Êzidiyên li Başûrê Kurdistanê bû. Projeyeke pir-mijarî bû ku ji re dibêjin ‘Post-Colonial’. Ez heta îro wek lêkolînera Zanîngeha Jagiellonian dixebitim. Bi saya vê projeyê me malpera ‘kurdishstudies.pl.’ ava kir. Versiyona wê ya Kurmancî heye. Hûn dikarin li wir hemû kurtefîlm û nivîsên me peyda bikin. Piştre ez di projeyeke din de xebitîmr. Ez dersên Kurdî didim; di çarçoveya beşa Îrannasiyê de, di beşa lêkolînên Kurdî de di sala 2008an de çêbû. Di bernameya lîsans û masterê ya Îrannasiyê de min derfet dît ku li ser Kurdan binivîsim.”
‘Hinek Polonî fêrî Kurdî bûn’
Porf. Joanna Bochenska destnîşan kir ku heta îro hinek Polonî fêrî Kurdî bûne û anî ziman ku hin ciwanên aktîvîst li Warşova û Krakowê çûn Rojava û Kurdiya xwe bi pêş xistine. Porf. Joanna Bochenska axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Projeya min a berê li ser kûrbûna folklorê û rola folklor û edebiyata nûjen a Kurdî ya ji bo zindîkirina zimanê Kurdî bû. Di van salên dawiyê de hejmara Kurdên li Polonyayê zêde bû. Lewma gava çalakî çêdibin gelek kes tên, bala wan dikişîne, fikrên xwe parve dikin û em bi hev re tiştekî çêdikin. Ez vê yekê wek mijareke gelekî girîng dibînim. Ji ber ku berê, wêneya Kurdan tenê di aliyê leşkerî û şer de dihat dîtin. Lê ew kêmhişmendiyeke mezin e. Dema em mînakên çandî pêşkeş dikin, ev tişt bala mirovan zêdetir dikişîne.”







