Li Wanê konferansa Meclîsa Jinan a DEM Partiyê

  • 12:23 17 Tîrmeh 2026
  • Rojane
WAN - Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi dirûşma, “Bi têkoşîna azadiya jinan ber bi civaka demokratîk ve” li Wanê “5emîn Konferansa Civîna Mezin” a jinan a  bajarên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê li dar xist.
 
DEM Partî beriya kongreya xwe ya giştî ya ku dê di meha Îlonê de li dar bixe, li herêman konferansan li dar dixe. Di vê çerçoveyê de Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi dirûşma, “Bi têkoşîna azadiya jinan ber bi civaka demokratîk ve” li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê “5emîn Civîna Konferansa Mezin” a jinan a bajarên Wanê, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê li dar xist. Hevserokên jin ên DEM Partiyê û DBP'ê yên bajêr û navçeyan, aktivîstên TJAyê, endamên meclisan ên şaredariyên DEM Partiyê û endam û rêveberên saziyên civakî tev li konferansê bûn. Di civînê de ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hate girtin.
 
Di konferansê de axaftina destpêkê Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt kir. Gulşen Kurt bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji 27ê Sibatê ve tê meşandin û destnîşan kir ku jin bi salan e ji bo aştiyê pêşengiyê dikin û têdikoşin. Gulşen Kurt di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinê û armanca konferansê û wiha got: “Têkoşîneke ku 52 sal in tê meşandin heye û pêşengên vê têkoşînê jî jin in. Armanca vê konferansê ew e ku em nîqaş bikin ka di van 3 salan de kêmasiyên me çi bûne û em ê bi pêşniyarên nû rêya xwe xêz bikin.”
 
Gulşen Kurt di berdewamiya axaftina xwe de îşaret bi tecrîd û statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha pê de çû: “Armanca konferansa me ew e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan bibe xwedî statu û di vê pêvajoyê de rêya me vebike; em îro ji bo vê li vir in. Riya herî girîng a vê pêvajoyê rêxistinbûn e û em jî ji bo vê li vir in. Em ê ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiyeyê jî ji bo vê têkoşînê bimeşînin.”
 
Piştre Endama Kordînasyona Jinan a DEM Partiyê ya Navendî Sûdan Guven axivî. Sûdan Guven diyar kir ku ew di demeke dîrokî de derbas dibin û wiha got: “Armanca vê kongreya giştî ya DEM Partiyê ew ê ku komareke demokratîk ava bike. Di vê pêvajoyê de rola jinan jî girîng e. Bi vê armancê em konferansên herêmî li dar dixin. Di vê pêvajoyê de me xwe baş rêxistin nekir, em ji tundiya li ser jinan re nebûn bersiv. Em teng man, me xwe negihand hemû gund û kolanan, hemû jinan. Em bi xwe re sînordar man. Me di meclisê de jî siyaseta jinê bi awayekî xurt nemeşand. Xwe rêxistinkirin û Rêvebirinê de em pir kêm man. Di van mijaran de ez rexnedayîna xwe didim. Em ê hewl bidin di van mijaran de bi hev re kêmasiyên xwe derbas bikin. Xwe bi awayekî xurtir xwe rêxistin bikin.”
 
Piştî axaftinên destpêkê konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.