Ji Platforma Şiyar Be pêngava ‘Rabin’
- 20:20 6 Tîrmeh 2026
- Rojane
AMED - Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be li Amedê pêngava “Rabin” da destpêkirin. Hevberdevka Platformê Gulşen Demîr derbarê pêngavê de wiha got: “Ji bo civaka exlaqî û polîtîk, ji bo rastî û jiyana azad em rabin û têbikoşin.”
Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ya Şiyar Be bi dirûşmeya “Li dijî hişbirê ji bo jiyaneke azad û aram RABIN!” li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenter, hevşaredar, endam û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ya Kurmancî Hevberdevka Platforma Şiyar Be Gulşen Demîr metna daxuyaniyê ya Tirkî jî Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Mûrat Kan xwend.
Gulşen Demîr di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser êrîşên li dijî nirxên civakî û diyar kir ku bi rêbazên şerê taybet ê pergalê, bi taybetî ciwan û jin tên hedefgirtin û got: “Civaka exlaqî û polîtîk li pey heqîqetê diçe û li hember berjewendiyên hêzên serdest parastina nirxên xwe dike. Armanca hêzên serdest ew e ku bi rêya hişbir, fihûş û qumarê civakê teslîm bigirin, vîna mirovan lawaz bikin û wan ji rastiya wan dûr bixin.”
Ji bo parastina welat û civakê banga ‘Rabin’
Gulşen Demîr destnîşan kir ku wekî rêxistinên civaka demokratîk ên Amedê, ew ji 26ê nîsana 2025an vir ve di bin banê Platforma Şiyar Be de dimeşin û anî ziman ku wan xebatên xwe gihandine qonaxeke nû. Gulşen Demîr banga pêngavê bi van gotinan ragihand: “Îro em dibêjin: Rabin. Li dijî bengîtiya hişbirê jiyanê, li dijî fihûşê rûmeta mirovahiyê, li dijî qumarê kedê û li dijî bêhêvîtiyê vîna azad biparêzin. Li taxan, li dibistanê û li kolanan em civaka exlaqî û polîtîk ji nû ve birêxistin bikin. Civaka rêxistinkirî xwedî hêza parastina cewherî ye; ya ku îro divê bê mezinkirin ne tirs e, wêrekî ye.”
‘Rabûn vîna parastina jiyanê ye’
Gulşen Demîr di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pêngava “rabin” ne tenê xebateke demkurt e, lê belê ew vîna parastina jiyanê û banga ji nû ve avakirina civakê ye û ev bang kir: “Em bang li ciwan, jin, malbat, saziyên demokratîk û hunermendan dikin ku em vê têkoşînê bi hev re mezin bikin. Li dijî rizîna civakê, ji bo rastî û jiyana azad em rabin û têbikoşin.”
Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşman bi dawî bû.







