Li Bexdayê li dijî guhertina Qanûna Rewşa Kesane çalakî
- 17:47 27 Hezîran 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Iraqê Bexdayê, bi dehan jinan li dijî guhertina "Qanûna Rewşa Kesane" ya hejmar 188’an ku mafê xwedîkirina zarokan ji dayikan distîne, xwepêşandaneke girseyî lidar xistin.
Îro li paytexta Iraqê Bexdayê, komek jinên Iraqî li qada Tehrîrê kombûn û ji bo parastina mafên dayîkbûnê û paşeroja zarokên xwe xwepêşandaneke girseyî lidar xistin. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn, hewldanên ji bo standina mafê xwedîkirina zarokan bi tundî red kirin.
Li gorî agahiyên hatine parvekirin, bi dehan jin di saet 10:00’an de li qada Tehrîrê kombûn. Di çalakiyê de jinan ji parlamentoyê daxwaz kirin ku berpirsyariya xwe ya qanûnî û çavdêriyê ya li ser mafên zarokan bi cih bîne.
Xwepêşanderan dirûşmeyên “Dabînkirina berjewendiyên zarokan daxwaza me ye” û “Mafên zarokan biparêzin” berz kirin. Jinan her wiha destnîşan kir ku divê parastin û bextewariya zarokan di ser her tiştî re were girtin.
Beşdaran diyar kir ku armanca wan a sereke gihandina dengê dayikan e bo hikûmet û parlamentoyê. Her wiha bang li parlamentoyê kirin ku di dema çêkirina qanûnan de bi berpirsyarî tevbigere, da ku mafên rewa yên dayîk û zarokan bi temamî werin mîsogerkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev xwepêşandan piştî wê yekê tê ku Parlamentoya Iraqê guhertina Qanûna Rewşa Kesane ya hejmar 188 a sala 1959’an pesend kir. Di yek ji bendên vê qanûna nû de, mafê dayîkbûnê û xwedîkirina zarokan (hizane) ji destê dayîkan tê standin.







