Li Îzmîrê bernameya pîrozkirina cejnê
- 15:36 29 Gulan 2026
- Rojane
ÎZMÎR - Li Avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê ji ber Cejna Qurbanê bernameyeke pîrozkirina cejnê hat lidarxistin.
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya Îzmîrê, ji ber Cejna Qurbanê bernameyeke pîrozkirina cejnê li dar xist. Bername li Avahiya Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê pêk hat û Dayikên Aştiyê, rêveberên rêxistinên navçeyan ên DEM Partiyê, nûnerên saziyên demokratîk û gelek welatî tevlî bûn.
Pîrozkirina cejnê piştî axaftina nûnerên saziyan bi dawî bû.







