Îlham Ehmed koçberên vegerîn Efrînê ziyaret kirin

  • 15:35 29 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, di çarçoveya Cejna Qurbanê de serdana Efrînê kir. Ehmed bi malbatên ku vegeriyane ser warê xwe re civiya û peyama “xurtkirina aramiyê û piştgiriya vegerê” da.
 
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, bi boneya Cejna Qurbanê serdana herêma Efrînê kir. Îlham Ehmed bi malbatên ku piştî demeke dirêj vegeriyane ser axa xwe ve hate cem hev û li ser rewşa jiyanî û xurtkirina têkiliyan danûstandin kir.
 
‘Divê em aramiya xwe xurt bikin’
 
Ehmed di çarçoveya bernameya xwe de, çû serdana hejmarek malbatên ku nû vegeriyane herêmê û ji aliyê wan ve bi germî hate pêşwazîkirin.
 
‘Em dê ji bo vegerê zêdetir bixebitin’
 
Di hevdîtinan de, Îlham Ehmed Cejna Qurbanê li hemû şêniyan pîroz kir û li daxwaz û pirsgirêkên wan guhdarî kir. Ehmed di axaftinên xwe yên bi gel re de, bal kişand ser mijara vegera li warê bav û kalan û destnîşan kir ku divê aramiya li herêmê bê xurtkirin. Ehmed diyar kir ku ew ê ji bo vegera ewle ya şêniyên Efrînê ya bo mal û milkên wan, her tim piştgiriyeke xurt bidin.