Bi rihê NÇM’ê polîtîka nû: Dor Bi Dor
- 09:02 23 Gulan 2026
- Çand û Huner
Elfazî Toral
STENBOL - Hunermend Piya Colîne ku xebatên xwe di bin bana NÇM’ê de dimeşîne, berhema xwe ya ewil "Dor Bi Dor" derxist. Piya Colîne ku bi muzîka xwe bersiv da polîtîkayên sansur û asîmîlasyonê wiha got: “Jiyankirina çandê di destê me de ye. Hilberîna hunerî hebûne.”
Li Tirkiyeyê qada çand û hûnerê her diçe teng dibe. Mekanîzmayên sansûr û zextê raste rast hilberîna hunerî hedef digire. Yek ji van saziyên ku bi salane di bin zextan de ye Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ye. Navend tevî hemû zextan hûnerê dike. Humerndên NÇM’ê tevî hemû zor û zehmetiyan di hewldana şikandina vê dorçê de ne.
Piya Colîne ku di bin bana NÇM’ê de xebatan dimeşîne der barê berhema xwe ya nû de axivî.
Piya Colîne da zanîn ku Kurdî piştre fêr kiriye û dayika wê fras, bavê wê kurd e û got: “Min di dibistanên Kurdî de di têkoşînê de Kurdî fêr kir. Berhama min ya ewil strana "Dor Bi Dor" e. Cîhaneke ku he rtim pevçûn, şer û têkoşîn lê serdeste heye. her mirov, her netew û erdnîgarî carek tê dinê. Di strana min ya ‘dor bi dor’ de çîroka jiyana xeyala zarokekî veşartiye. Çi dibe bila bibe, ew zarok tiştekî dixwaze, mafê xeyalkirinê. Her mirov dixwaze xeyalên xwe pêk bîne. Min di vê stranê de xwest vê bêjim. Her kes dixwaze xeyalên xwe pêk bîne. Min jî xwest di vê stranê de vê vebêjim.”
‘Divê Kurdî her tim hebûna xwe bidomîne’
Piya Colîne bi lêv kir ku bi stranên Kurdî mezin bûye û wiha pê de çû: “Ez dixwazim piştgiriyê bidim hunera Kurd û hûnerê biafirînim. Ez dixwazim bi Kurdî biaxivim, stranan bêjim. Li her derê Kurdistanê dengên xweş hene. Min di gele koman de cih girt. Gelek navendên me yên çandê hebin jî rihê NÇM’ê cudaye. Her tiştî ji vir dest pê kir. Me xwest em çand, ziman, nasname û hûnera xwe dibin NÇM’ê de bimeşînin. Em ji bo me bi nirx e. Di wir de xebatek komunal heye.”
Sansur û asîmîlasyon
Piya Colîne balkişand ser polîtîkayên zext û asîmîlasyonê û wiha pê de çû: “Min dixwest ku strana min di Veng Radyoyê de bê weşandin. Lê ji ber gotina Kurdistan di stranê de derbas dibe pergal vê naxwaze. Lê tevî sansurê em dest ji hunera xwe bernadin. Ez gotinên di strana xwe de dernaxim. Mixabin pirsgirêk hîna idomin. Dema em hûnera xwe dikin em bi pirsgirêkan re tên rû hev. Emê çand û hunera xwe bidin jiyîn. Ev destê me de ye.”







