Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 1'ê Gulanê pîroz kir
- 13:16 1 Gulan 2026
- Ked/Aborî
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê bi wesîleya 1'ê Gulanê peyamek weşand û got: "Li gel Jin, Jiyan, Azadiyê, ji bo azadî û edaletê dem dema mezinkirina piştevaniyê ye."
Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê peyamek weşand.
Di peyamê de wiha hat gotin:
Di 1'ê Gulanê de axaftina li ser keda jinên Kurd ên li Kurdistan, Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê; bes ne axaftina li ser xizanî, bêkarî û bêewlehiyê ye, di heman demê de weke jinên ji gelekî ku bê garantiya hiqûqî hatiye hiştin axaftina li ser kedxwariya piralî ye.
Jinên Kurd, li hemû welatên ku lê dimînin ji îstîsmarkirina keda jinan a giştî wêdetir, ji ber nasnameya xwe ya etnîkî, zextên polîtîk, milîtarîzasyon, koçberiya bi darê zorê, qedexekirina zimanî, newekheviya perwerdehiyê û pergala mêtingehiya dîrokî di jiyana aboriyê de bi şert û mercên du qatî girantir re rû bi rû ne. Ji ber ku jinên Kurd hem barê pergala kapîtalîst a patriyarkal, hem barê polîtîkayên asîmîlasyonê yên netewe dewletan hem jî barê pozîsyona gelê Kurd a şer û pevçûnên dewam û bêdewletiyê hildigirin.
Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê jinên Kurd bi taybet li herêmên Kurdan li hemberî xizaniya dewam, polîtîkayên qeyûman, nêzîkatiyên dewletê yên ewlehiyê, bêkarî, keda demsalî û bêtemînat, koçberiya bi darê zorê û nedîtina keda xwedîkirinê têdikoşin. Jinên ku koçberî bajarên rojavayê Tirkiyeyê dibin jî bi mûçeyên kêm di karên kaçax de bi cihêkariya etnîkî û zayendparêziyê re rû bi rû dimînin.
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê jî jinên Kurd hem bi polîtîkayên tehdekar ên rejîmê yên li ser jinan hem jî bi vederkirina sîstematîk a li ser nasnameya Kurdan re rû bi rû dimînin. Lipaşhiştina aborî ya li herêmên sînor, aboriya kolberiyê, bêkarî û zext serweriya aboriya jinan bi awayekî cidî sînordar dikin.
Li Iraq û Herêma Kurdistanê tevî avaniya xweser a dîmane jî krîza aborî, pergalên patronaj, polîtîkayên neolîberal, şikestinên piştî şerî û newekheviya zayendî ya civakî keda jinên Kurd bê qîmet dikin. Şer, komkujî û jicihûwarbûna li herêmên weke Şengalê jî jiyana aborî ya jinan zêdetir giran dikin.
Li Sûriye Rojava jî wêraniya şerî, jicihûwarbûn, ambargo û nearamiya siyasî hem li ser jiyana jinên Kurd hem jî pêvajoyên wan ên hilberînê xistine bin zexteke gelekî giran. Tevî vê yekê jî bi taybetî li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kooperatîfên jinan û modêlên aboriya kolektîf mînakên girîng ên berxwedanê radixin li ber çavan.
Sedama sereke ya du qatî zêdebûna zehmetiyên aborî yên jinên Kurd; ji ber zayenda xwe bi îstîsmara kedê ya zayendperest û ji ber Kurdbûna xwe jî di heman demê de bi vederkirina etnîkî, tundiya dewletê, zexta siyasî û bêparkirina ji çavkaniyan re rû bi rû dimînin. Ev zexta paralel, berê jinan dide pozîsyonên aboriyê yên mûçeyên kêmtir, neewletir, nexuyatir û hesastir.
Lê belê jinên Kurd bes ne mexdûr in di heman demê de damezrînerên berxwedan, keda kolektîf û aboriya alternatîf in.
Dikare çi were kirin?
*Xurtkirina kooperatîfên keda jinan,
*Di birêxistinbûna sendîkalî de zêdekirina bandora karkerên jin ên Kurd,
*Bidestxistina derfetên ziman, perwerde û pîşeyî ya wekhev,
*Pêşxistina modêlên aboriya xwecihî, kolektîf û piştevan,
*Li dijî şer, mêtîgehî û xizanîkirina neolîberal têkoşîna çînî ya bi pêşengtiya jinan,
*Avakirina têkiliyên xurttir a jinên Kurd a bi torên navneteweyî yên kedê, jinan û mafên mirovan re.
Ruhê 1'ê Gulanê, bes ne xuyakirina keda jinên Kurd; li hemberî kedxwarî, şerî, zexta piralî ya ji ber bêdewletiyê mezinkirina têkoşîna birêxistinkirî hewce dike.
Ji bo jinên Kurd têkoşîna kedê; bes ne têkoşîna mûçeyeke baştir e di heman demê de têkoşîna nasname, azadî, wekhevî û jiyaneke birûmet e.
Li gel Jin, Jiyan, Azadiyê, ji bo azadî û edaletê dem dema mezinkirina piştevaniyê ye.
Bijî Yekê Gulanê!"








