TJK-E'yê konferans li dar xist
- 13:00 25 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Konferansa Têkiliyên Derve ya TJK-E bi beşdariya gelek jin ji welatên cuda yên Ewropayê hat lidarxistin. Di konferansê de jinan li ser pêvajoya aştî, dîplomasiya jinan, xebatên enformasyonê û hevgirtina navneteweyî nîqaş meşandin.
Konferansa xebatê ya Têkiliyên Derve ya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di navbera 23-24’ê Gulanê de li bajarê Koln a Elmanyayê bi dirûşmeya “jin di avakirinê de, jiyan di aştiyê de û azadî di kolektîfbûnê de“hat lidarxistin. Ji gelek welatên Ewropayê jin beşdarî konferansê bûn.
Konferans ji bo amadekariya qonaxa nû ya ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir, hate lidarxistin.
Beşdaran xebatên xwe nirxandin û li ser pêvajoya ji nû ve avakirinê nîqaş kirin. Xebatên têkiliyên derve di şeş komên cuda de hatin nîqaş kirin û biryarên nû hatin girtin.
Di roja yekem a konferansê de, li ser dîplomasiya jinên Kurd sînevizyonek hat pêşkêşkirin. Di rûniştinan de rewşa jinan li çaraliyê cîhanê, polîtîkayên şer û têkoşîna kolektîf a jinan hatin nirxandin. Girîngiya Jîneolojiyê û konfederalîzma jinan a cîhanî hate destnîşankirin.
Pêdiviya xurtkirina xebata jinan di warê dîplomasiyê de hat destgirtin. Girîngiya hevgirtina siyasî û dîplomatîk a navneteweyî ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hate nirxandin.
Komên xebatê li ser stratejiyên têkiliyên derve, xurtkirina torên heyî û avakirina têkiliyên nû hatin nîqaşkirin.
Yek ji mijarên girîng ên nîqaşê xebatên enformasyonê, proje û rêbazên perwerdeyê bû.
Konferans piştî parvekirina encamên koma xebatê û pejirandina biryarên ji bo dema nû bi dawî bû.







