Li Giyadînê li projeya GES'ê daxuyanî

  • 20:45 20 Gulan 2026
  • Ekolojî
AGIRÎ - Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr ku serdana gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin kir, got: “Tevî biryara redkirinê ya Meclîsê jî şîrket bi awayekî neqanûnî dixebite. Em li cem gundiyên xwe ne.”
 
Li gundê Bazirgan ê navçeya Giyadîn a Agiriyê, berxwedana gundiyan a li dijî projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ku tê xwestin were çêkirin, berdewam dike. Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr û rêxistina partiyê, ji bo piştgiriyê serdana gundiyên ku li dijî projeyê ne, kirin û daxuyaniyeke girseyî dan.
 
Nejla Demîr anî ziman ku tevî şêniyên gund di tebaxa 2025’an de li gel keya û azayan ev proje red kirine û ev yek xistine bin îmzeyê jî, şîrketê bêyî tu bingeheke qanûnî û destûra îmarê dest bi xebatên şantiyeyê kiriye û wiha axivî: “Meha borî ji aliyê Meclîsa Giştî ya Bajêr a Agiriyê ve derbarê sepandina projeyê de biryara ‘redkirinê’ derket, tevî vê yekê jî şîrketê bi israr xwest xebatên xwe berdewam bike. Gelê gund li qadê, li ser mêrgehên xwe çalakiyek daye destpêkirin û têdikoşe. Ji ber ku dahata aborî ya vê gundî tenê li ser sewalkariyê ye, ji sedî 80-90î nifûsa gund bi xwedîkirina sewalên piçûk re mijûl dibe û gundekî wisa ye ku tenê yek mêra wî heye. Cihê ku em jê re dibêjin mêrgeh, xwedî axeke pir bikêrhatî ye; li derdora destpêk û dawiya mêrgehê zeviyên çandiniyê û erd hene. Ji ber vê yekê, gundî bi mafdarî naxwazin gundê xwe biterikînin, dixwazin li gundê xwe berdewamiyê bidin xebatên xwe yên aborî, dixwazin li gundê ku lê ji dayik bûne têr bibin û li vir bijîn. Em weke DEM Partî li gel gundiyên xwe ne.”
 
Daxuyanî, bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.