Çalakiyên 25’ê Mijdarê didomin

  • 20:34 18 Mijdar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA  çarçoveya 25’ê Mijdarê de bi jinan re hat gel hev û diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet jiyana jinan hedef digire.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA),  di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bi dirûşmeya ‘li dijî tundiya li ser jinan jin jiyan azadî’çalakiyên xwe didomîne .
Êlih
 
TJA’yê çîroka jinên hatin qetilkirin li Êlihê vegot. Gelek jinên hatine qetilkirin yên wek Gulîstan Tara, Hêro Bahaddîn û Nagîhan Akarsel bi çîrok û wêneyên wan hatin vegotin.
 
Nurten Uzumcu ya TJA’yî  jinên ji aliyê pergal û rejîmên otorîtr ve hatine qetilkirin bibîrxist û got jin ji ber têdiöoşin, dixwazin wan ji nasnameya wan dur bixin.
 
Bername bi xwendina çîrokan bidawî bû.
 
Agirî
 
TJA’yê  li Giyadîn a Agiriyê atolyeya jinê pêk anî. Atolyeya li navçeyê pêk hat, gelek nûnerên partiyên siyasî, saziyên demokratîk û jin tevli bûn.
 
Parlamentera Agiriyê ya DEM Partiyê Necla Demîr axivî û da zanîn ku hatina gel hev a jinan girînge û got dema jin bên gel hev û xwe rêxistin bikin tu tiştekî ku bisernexînin jî tuneye. Necla Demîr bang li hemû jinan kir ku 25’ê Mijdarê de li qadan bin.
 
Atolye bi nirxandin, pirs û bersivan bidawî bû.