Civîna komîsyonê bidawî bû:Rojeva Îmraliyê dîsa hat taloqkirin

  • 21:39 18 Mijdar 2025
  • Ramyarî
ENQERE- Komîsyonê civîna guhdarkirinê ya dawî îro li darxist. Di civînê de hevdîtina Îmraliyê nehat rojevê û komîsyon wê rojeva Îmraliyê 21’ê mijdarê binirxîne.
 
Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Millî civîna xwe ya 17’emîn li meclisê li dar xist. Di civînê de Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlikaya, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎTê İbrahim Kalin hatin guhdarkirin. Piştre jî parlamenterên di komîsyonê de pirsan ji wan pirsin.
 
Hat hînbûn ku di civînê de ji bilî parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji aliyê gelek parlamenteran ve çûyina Girava Îmraliyê hatiye rojevê. Komîsyona Meclîsê 21’ê Mijdarê roja Înê ji bo çûyina Girava Îmraliyê wê careke din bicive, biryara çûyina Girava Îmraliyê û hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bide.
 
Endama komîsyonê û Serokwekîla Koma Meclîsê ya DEM Partîiyê Gulistan Kiliç Koçyigit piştî civînê pirsên çapemeniyê bersivand û bi lêv kir ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryar dane ku ew ê roja Înê bicivin û têxin dengdayînê.
 
Cigirê Serokê MHPê û endamê komîsyonê Fetî Yildiz jî ev tişt ani ziman: “Roja înê em ê bicivin û di demeke nêz de em ê biçin.”