Ji bo avhewayê meşiyan: Dengê me bibîhizîn!

  • 13:03 16 Mijdar 2025
  • Cîhan
 
HABER MERKEZİ- Li bajarê Belémê li dijî krîza awhevayê 50 hezar kes meşiyan û xwestin denge wan bêbihîstin. 
 
Li bajarê Belém ê li Amazonên Brezîlyayê nêzî 50 hezar kes ji bo zextê li ser muzakereyên COP30 bikin û bi daxwaza çalakiya lezgîn a li dijî krîza avhewayê, meşiyan. Gelê xwecihî, aktîvîstên jîngehê û civakên xwecihî bi cil û bergên xwe yên gelêrî, di bin hewaya germ de bi muzîkê daketin kolanan.
 
Li gorî nûçeya AFP’ê, ji gelê Huni Kuin, Benedito Huni Kuin got, “Daristana me tê tunekirin, ev komkujiyek e. Ji bo ku em ji Amazonyayê dengê xwe bidin bihîstin, em li vir in.”
 
Di “Meşa Avhewayê ya Cîhanê” de, beşdaran aleke mezin a li ser “Bila Amazonya were parastin” hatî nivîsandin, vekirin û qasî 4,5 kîlometre meşiyan. Qada COP30 ji alilê leşkeran ve bi bariyeran hate dorpêçkirin.
 
Çalakvanan bi darbestên ku li ser “komir”, “petrol” û “gaz” hatîn nivîsandin, ji bo sotemeniyên fosîlan weke sembolîk “merasîma cenaze” lidar xist. Wezîra Jîngehê ya Brezilya Marina Silva got, ji bo COP30 ji sotemeniyên fosîlan were derxistin, divê “nexşerêyekê” ava bike.
 
Nûnertiyeke xutir dixwazin
 
Gelên xwecihî diyar kirin ku ji bo di COP30’ê de mafên xwe biparêzin, ew pêdivî bi nûneriyeke hîn xurtir dibînin. Ji COP30’ê û vir ve cara ewilî, civaka sivîl ji dervey qada COP bi rengekî azad xwepêşandan kir. Beriya vê sê lûtkeyan (Misir, BAE, Azerbaycan) ji ber fikarên ewlehiyê destûr nedidan protestoyan. Muzakere di mijarên mîna kêmkirina emîsyonê, fînansmana avhewayê û astengiyên bazarî de asê maye.
 
Lêgerîna lihevkirinê ya nêzî 200 welatan, bi beşdarbûna wezîran wê hefteya dewam bike. COP30 wê 21’ê Mijdarê bi dawî bibe.