Bi tevlibûna gelek saziyan dê ji bo Kurdî deklerasyon bê eşkerekirin

  • 12:38 17 Mijdar 2025
  • Çand û Huner
AMED - Sibê dê li Amedê bi beşdariya 750 sazî, dezgeh, partî, platform û gelek komeleyan ji bo statu û perwerdehiya bi zimanê Kurdî deklarasyonek bê eşkerekirin.
 
Înîsiyatîfa Civakî ya Ji Bo Zimanê Kurdî dê ji bo daxwazên gelê Kurd ên derbarê zimanê Kurdî de bi îmze û beşdarbûna zêdetirî 750 sazî, dezgeh, platform, partî û derdorên Kurd û demokratîk ên civakî yên li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di 18ê Mijdarê saet 13.00an de li Parka Ekîn Cerenê ya li navçeya Peyasa Amedê bi awayekî girseyî deklarasyoneke hevpar bi raya giştî re parve bikin.
 
Deklerasyona ku dê bi dirûşma “Statuya Kurdî-Perwerdehiya bi Kurdî” bê dayîn dê bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî û bi Tirkî were xwendin.
 
Înîsiyatîfa Civakî ya Ji Bo Zimanê Kurdî bang li her kesî vedixwîne çalakiya deklarasyonê û xwest ku her kes piştgiriyê bide deklarasyonê.