'Cerdevanan cenazeyê Gulistan Doku veşartin an jî ji holê rakirin'
- 15:19 21 Tîrmeh 2026
- Rojane
DÊRSIM - Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ragihand ku dîtin û delîlên girîng hatine bidestxistin ku nîşan didin cenazeyê Gulistan Doku ji hêla cerdevanên ku hatine binçavkirin ve bi awayekî rêxistinkirî û bi zanebûn hatiye veşartin an jî windakirin.
Di çarçoveya operasyona ku Serdozgeriyên Komarê yên Erzirom û Dêrsimê derbarê doza Gulistan Doku de pêk anîn de, 15 kes hatin binçavkirin. Piştî operasyonê, Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê derbarê cenazeyê Gulistan de daxuyaniyek nivîskî da.
Daxuyaniya Serdozgeriyê ya Komarê ya Dêrsimê bi vî rengî ye:
"Bi rêya dosyaya lêpirsînê ya Serdozgeriya Giştî ya me ya 2020/52 hatine bidestxistin, dîtin û delîlên girîng hatine bidestxistin ku nîşan didin cenazeyê Gulistan Doku bi awayekî rêxistinkirî û bi zanebûn ji hêla cerdevanên gundan ên bi gumanbaran ve girêdayî ve hatiye veşartin an jî windakirin.
Li gorî delîlên hatine bidestxistin, di 21'ê Tîrmeha 2026'an de, operasyonên hevdem li navnîşanên 5 gumanbaran, ku du ji wan cerdevanên ewlehiyê ne, li bajarên Enqere, Xarpêt, Stenbol û Dêrsimê ku tê hesibandin bi bûyerê ve girêdayî ne, hatin kirin. Hemî gumanbarên hedefgirtî hatin binçavkirin. Lêpirsîn bi hûrgilî berdewam dike."







