Di dosyaya Gulistan Doku de hejmara şahidan derket 2'yan
- 11:59 21 Tîrmeh 2026
- Rojane
Şehriban Aslan
AMED - Hat hînbûn ku hejmara şahidên nepenî yên di operasyona binçavkirinê ya îro de di çarçoveya doza Gulistan Doku de gihîştiye 2'yan.
Her roj pêşketinên nû derbarê Gulistan Doku, xwendekara zanîngehê ya ku di 5'ê Çileya 2020'an de li Dêrsimê winda bû, derdikevin holê. Piştî şeş salan, pêla yekem a operasyonan di meha Nîsanê de pêk hat û îro bi pêla duyem a operasyonan 15 kes hatin binçavkirin.
Di pêla yekem a operasyonên doza Gulistan Doku de, gelek rastî bi rêya îfadeyên şahidê nepenî yê bi navê kodê "Duman" derketin holê.
Hat hînbûn ku di pêla duyem a operasyonan de, rastî li ser bingeha îfadeyên şahidê nepenî yê bi navê kodê "Şubat" derketin holê û operasyon pêk hat.







