Hêlîn Umît: Niha ji bo têkoşînê her tişt heye

  • 12:41 14 Tîrmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît destnîşan kir ku desthilatdarî hewl dide pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji demê re bihêle û got, “Divê her kes baş bizane ku di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne.”
 
Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît di bernameya taybet de ya ku li ser televîzyona Medya Haber hate weşandin, axivî. Umît têkildarî tiştên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn diqewimin nirxandin kir û bal kişand ser bandora hevdîtinên NATO’yê ya li ser Tirkiyeyê.
 
Hêlîn Umît di destpêka axaftina xwe de yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê Alî Haydar Kaytan ê ku 3’yê Tîrmeha 2018’an şehîd bû, bi bîr anî û anî ziman ku şehîd Alî Haydar Kaytan şoreşgereke ku cihê wî nayê dagirtin.
 
Umît bi bîr xist ku li dijî êşkence û zextên dewleta Tirk ên li zindana Amedê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz berxwedana 14’ê Tîrmehê dan destpêkirin ku nîv sedsale mohra xwe li dîrokê xistiye.
 
Umît baş kişand ser rewşa niha ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku 27’ê Sibata 2025’an destpê kir û destnîşan kir ku eger di pêvajoyê de pêşketin çêbibin, ev encex bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibe. Umît anî ziman ku desthilatdarî bi taybetî peyamên ku pêvajo bêpirsgirêk dimeşe, dide û destnîşan kir ku ev xapandinek e.
 
Umît diyar kir ku di destpêka pêvajoyê de wan tasfiyegeriya di nêzîkatiyên dewleta Tirk de dît û got, “Ji bo meşîna vê pêvajoyê, me çend tedbîr girtin. Ji destpêka pêvajoyê ve hemû gavên ku em bavêjin, me girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir. Me girêdayî wê şertê kir ku Rêber Apo vê pêvajoyê bi rêve bibe û di bin berpirsyariya wî de bimeşe. Ev dewam dike. Di vî warî de eger gav bên avêtin, pêşketin çêbibin, aliyê hember di nava hin bendewariyan de be, eger dixwazin pêvajoya çekdanînê bidome divê her kes baş bizane ku ev rewş girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Ji dervey wî ti kes din nikare gaveke cuda bi me bide avêtin.”
 
Nirxandina Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît bi vî rengî ye:
 
Destpêkê em bi hevrêyê Rêber Apo heval Fuat (Alî Haydar Kaytan) destpê bikin. Weke yek ji hevalên ku li cem wî mayî, hûn dikarin behsa derwêşê çiyayan û heqîqetê heval Fuat bikin?
 
Ez destpêkê ji Rêber Apo re hezkirin, rêzdarî û hesreta xwe diyar dikim. Nêzî 50 roj in hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin. Car din Rêber Apo xistin nava sîstema tecrîdê. Niha têkildarî pirsa we, min ji xwe pirs kir ku eger heval Fuat ba wê ev rewş çawa nirxandiba. Bi rastî jî wê qiyamet rakirba. Pir bi hêrs biba. Wê gotiba, li dijî pêkanînên wiha divê çalakî û protestoyên herî bi bandor bên lidarxistin. Ez wiha bêjim; rêya min û heval Fuat timî rastî hev hat, gelek caran me li heman qadê xebat meşand. Cara ewilî min ew sala 95’an nas kir. Wê demê li qada Rêbertî bû. Ji qada Rêbertî dihat welêt. Piştre, piştî salên 2000’ê ez bi heval Fuat re mam. Ji bo min pir girîng bû. Bi rastî jî tişta ku min di heval Fuat de dîtî, bi taybetî piştî sala 2000’an ez dixwazim vê îfade bikim, li dijî komploya navneteweyî timî di nava nêrîneke rexnedayînê de bû.
 
Heval Fuat her tim ji esareta Rêbertî pir şerm dikir. Ev rastî ti carî qebûl nekir. Ez dikarim bêjim ku hemû jiyana xwe ji bo fêmkirina Rêber Apo, eşkerekirina heqîqetên Rêber Apo, li her derê dîtina wî, li wî bigere û wî bibîne derbas kir. Taybetmendiya herî esas a heval Fuat, têkiliya wî ya bi Rêber Apo re ye. Dema we ev pirs kir, min yekser wiha fikirî; bi rastî jî ji bo vegotina heval Fuat divê mirov Rêber Apo fêm bike. Lewma mijareke zehmet e. Hûn dizanin ku em li pêşberî rastiya Rêber Apo ji bo fêmkirinê di nava hewldaneke mezin de ne, lêhêrbûna me her tim heye, her tim hebû. Lê belê ji bo fêmkirina Rêbertî, li gorî wî milîtanbûyîn û li gorî wî bibin mirovên azad, pirsgirêkên me hene. Em di rewşa rexnedayînê de ne. Dema ez di vî alî de lêdinêrim, ez dikarim bêjim ku fêmkirina heval Fuat, vegotina wî, behsa têkiliya wî ya bi Rêber Apo re kirin, fêmkirina nêzîkatiya Rêber Apo ya li hemberî wî, ji vir derbas dibe.
 
Em çiqasê rastiya Rêbertî rast fêm bikin, em hingê dikarin wate bidin rastiya şehîdê xwe yê mezin heval Fuat û hemû şehîdên me yên din. Ji ber ku ya ev rastiya şehîdan derxistî holê, sekna hevrêtiya Rêber Apo ye. Sekna hevrêtiyê ya Rêber Apo destpêkê Qlana Apo ava kir, qonaxa komê ava kir, ev qlan mezin bû, niha hate qonaxa netewa demokratîk. Û rastiya wî ya şehadetê jî bû haveynê esas ê vê yekê. Ez dikarim wê bêjim. Dîsa ji bo heval Fuat ez dikarim bêjim ku, ji destpêka meha Tîrmehê ve di bernameyên cur be cur de, bi wesîleyên cur be cur kadroyên pêşeng ên tevgera me, hevalên ku heval Fuat nas dikin, behsa wî kirin û bîranîn çêbûn. Têkildarî vê yekê, ji destpêka meha Tîrmehê ve nêzîkatiyeke me ya ku heval Fuat di rojeva me de digire, heye. Lê belê ev tenê beşekî biçûk ê ya tê xuyakirin e. Evane ji raya giştî re tên kirin, lê heval Fuat di her kêliya jiyana me de ye.
 
Ez dikarim vê bêjim, ti heval nîne ku heval Fuat bandor lê nekiriye. Ti bûyer û têgeh nîne ku li ser neaxivî. Di nîqaşkirina mijarên herî stratejîk de jî, we heval Fuat didît. Ji ber ku yek ji hevalên ewilî yên tevgera me bû, timî bi wê zanebûna berpirsyariya bilind her tim li pêş meşiya û li pêşiya her tiştî bû. Di heman demê de em behsa hevalekî welê dikin ku dema li hûrgûliyeke jiyanê digeriya, dema bi hevalek nû beşdar bûyî re eleqeder dibû, bi rastî jî wisa bi tempoyeke bilind di her kêliya jiyanê de bû. Kesayeta heval Fuat bi rastî jî pir dilnizm bû. Ji her beşê heval, hevalê gundî, hevalekî bûrjûwaya  biçûk, weke ref hevalekî ayîdê ciheke din, hevalekî ji Tirkiyeyê, hevalekî Ermenî, hevalê Kurd. Em behsa hevalekî welê dikin ku dizanî bi hemû hevalan re têkilî deyne, parvekirin ava dikir, hevrêtî dikir û mînaka vê ava dikir. Rêbertî wiha dibêje, ez di nava wekheviyan de ji bo xizmetê yekemîn im.
 
Rêber Apo bi vê nirxandina xwe re beriya bi salan got, PKK, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê weke civakeke wekheviyan ava kir. Û Niha piştî pêvajo pêş ket jî, perspektîfên wî yên di vî alî de hene, nirxandinên wî hene, Rêbertî dibêje, em civaka wekheviyan e, em ji bo xizmetê yekemîn in, ya ku derkeve pêş, bibe otorite, destpêkê çêbibe pîvana xizmetê ye. Eger ez şaş nebim di salên 90’î de Rêbertî ev hevok bi rojnamevanekî ku ji derve hatibû re, anîbû ziman. Heval Fuat di nava wekheviyan de ji bo xizmetê yekemîn bû, hestê wekheviyê û hevrêtiya komînal bi rengekî herî zêde jiyan kir û da jiyankirin, ev yek nîşan da.
 
Ji bo min tişta herî balkêş a di kesayeta heval Fuat de, timî di rojeva wî de pirsa ‘çawa bijî?’ hebû. Pirsa divê çawa bijî, timî ji xwe pirs dikir û ev bi derdora xwe jî da hîskirin, di vî warî de lêpirsîn dikir, hin xisûsên ku em normal û jirêzê dibînin, wî nîşan dida ku çiqasê xeterî heye, hevalekî welê bû ku refleksên wî yên îdeolojîk û pîvanên wî pir bilind bûn. Aliyekî heval Fuat ê wiha jî hebû; jixwe kesayeteke wî ya siyasî û leşkerî hebû, di holeke wiha de şêwe girt. Dema ku li Kurdistanê komên leşkerî yên ewilî ava bûn, yek ji hevalên ku sala 1982’yan bi komên gerîla yên hatîn Kurdistanê re eleqeder bû. Lê ji vê wêdetir kesekî zane û fîlozof bû. Ez dikarim heval Fuat ji vî alî ve jî pênase bikim ku xwedî gelek aliyên balkêş bû.
 
Min di destpêkê de jî got, têkiliyên heval Fuat û Rêbertî bi rastî jî pir girîng bûn. Min timî hewl da wê têkiliyê danasîn bikin. Heval Fuat çawa nêzî Rêbertî dibe? Bi rastî jî çawa tevlî dibe? Ji bo Rêbertî heval Fuat çi wateyê îfade dike? Em vê dizanin, Rêbertî timî hewl da ku ew kesayeta dilsoz a heval Fuat, kelecana wî û hezkirina wî ya ji bo azadiyê, li ser piyan bihêle. Weke hevrêyê wî yê destpêkê jî ji bo zû şehîd nebe, pir tedbîrên taybet girtin. Min di vê têkiliyê de dît ku, heval Fuat di nêzîkatiya xwe ya bi Rêbertî re de timî li vê digeriya ku ji ezezîtiyên xwe derkeve û bi rengekî tam tevlî rastiya Rêbertî bibe, bi wê rastiyê re bihele û pê re bibe yek. Ev lêgerîna esas a heval Fuat bû.
 
Ez vê têgehê encex dikarim bi têgeha eşqê vebêjim. Heval Fuat evîndarê Rêbertî bû. Helbet divê mirov vê têgeha eşqê bi hestên sixte ya mîna di roja me de hundirê wê hatî valakirin re, tevilhev neke. Ya ku ez behs dikim, hestekî pir mezin e. Helîna di heqîqetê de û xwe bi heqîqetê re kirina yek. Vê yekê bi rastî jî di kesayeta heval Fuat de weke rastiyeke pir eşkere û kelecanê diafirîne, xwe nîşan da. Weke kes dema ku min tevlîbûna ji bo rastiya Rêbertî û mijarên tevlîbûna rast lêpirsîn dikir, herî zêde min hewl da li ser vê têgehê lêhêrbûn bikim. Ji ber ku têkoşîneke wiha mezin, dozeke wiha pîroz û meşeke azadiyê ya wiha bêeşq nabe. Hestên mezin bêyî bawerî û daxwazên mezin nabe. Heta ku hevrêtiyên mezin neyên avakirin, dozeke azadiyê ya wiha nayê meşandin. Di navbera heval Fuat û Rêbertî de hevrêtiyeke wiha mezin hebû.
 
Herî dawî ez behsa mijareke din jî bikim, helbet pir taybetmendiyên wî hene, lê hevalên din jî behs kirin. Ez dixwazim nêzîkatiya heval Fuat a ji bo jinan, binirxînim. Piştî sala 2000’an, piştî esareta Rêbertî ya bi Komploya Navneteweyî heval Fuat kûrahiya di xeta azadiyê ya jinan a ji aliyê Rêbertî ve hatî afirandin de, dît û ji bo ev ti carî paş nekeve, bi xwe re di nava têkoşînê de bû. Li derdora xwe li dijî nêzîkatiyên desthilatdar ên mêr, timî li cem jinan disekinî, hewl dida bi jinan re bimeşe, dixwest bi jinan re bibe hevrê. Binêrin ev tiştekî pir hêsan nîne. Qalibên mêrê desthilatdar şkandin û bi jinan re bûyîna hevrêyekî rast, evqas hêsan nîne. Nakokiya jin û mêr, di dîrokê de pir kûr e, jixwe niha Rêbertî bi Manîfestoya xwe rastiya kastîk katîl nîşan da.
 
Xwe ji vê yekê rizgar kirin û wisa mîna însanekî nêzî jinê bûyîn, mîna hevrêyekî nêzî jinê bûyîn, bi jinê re bûyîna hevrê çalakiyeke pir mezin e. Ez dikarim vê bêjim, me di heval Fuat de ev çalakî pir dît. Ji bo mêrtiya ku di kesayeta wî de hatî avakirin bikuje pir têkoşiya û ev yek tenê bi xwe re jî sînordar nehişt, li her derê temsîla vê yekê kir. Ji wî alî ve, hevrêyekî mezin ê tevgera jinê şehîd bûye. Dema ez li ser rastiya heval Fuat lêhêrbûn dikim, bi taybetî dema li ser pirsgirêka azadiyê lêhêrbûn dikim dixwazim ji mêrên ciwan, hevrêyên mêr ên ciwan re diyar bikim ku ji bo bi jinê re bibin hevrê divê têbikoşin. Ev mijareke pir girîng e.
 
Helbesteke Rêbertî hebû, helbesta 8’ê Adarê. Di wê helbesta 8’ê Adarê de Rêber dibêje ku ji bo ez astengiyên di navbera xwe û te de hilweşînim, ez mecbur bûm kul i dijî şaristaniyê derkevim. Ev tê wê wateyê ku bi jinê re bûye hevrê, li dijî sîstema desthilatdariya mêr rabûye, li dijî wê sîstemê têkoşiyaye û pîvanên xwe yên azadiyê ava kiriye. Di vî warî de di nava tevgera me de ji bo pêşketina têkiliyên azad, keda heval Fuat pir mezin e. Em li ser vê esasê wî bi hezkirin, rêzdarî, minet û hesret bi bîr tînin. Em valatiya heval Fuat pir hîs dikin. Hevalê Fuat hebûya jî wê bi wî rengî bûya. Dema hevalê Fuat hebû, ti mijar tine bû ku me nedigot bi vî rengî tê nirxandin. Hevalekî ku cihê wî nayê tejîkirin e.
 
Di salvegera 45’an a berxwedan û şehadeta Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de ku li zindana Amedê bi rojiya mirinê ya mezin, berxwedan û sekna xwe dîrok nivîsandin, em wan bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Têkildarî ruhê berxwedanê yê rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê, hûn dikarin çi bêjin?
 
Belê, ez jî şehîdên me yên mezin Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên ku ew berxwedana rojiyê mirinê ya mezin raber kirin, bi rêzdarî bi bîr tînim. Bi rastî jî nîv sedsale li Kurdistanê ev berxwedan deng vedide. Em behsa kevneşopiya berxwedaneke ku 45 sal in mohra xwe li Kurdistanê dixe, dikin. Di vî warî de em behsa berxwedaneke welê dikin ku li Kurdistanê ferzkirinên teslîmiyetê yên mêtingeriya qirker têk biriye. Em çiqasê behs bikin û fêm bikin, em ewqasê dikarin hebûna xwe, nasnameya xwe, nasnameya xwe ya mirovatiya azad, nasnameya xwe ya Kurdîtiya azad, nasnameya xwe ya Apoyîtiya azad ava bikin. Rastiya 14’ê Tîrmehê, rastiyeke wiha ye. Eger Tevgera Azadiyê piştî sala 1982’yan, di sala 1984’an de derketina xwe ya mezin pêk anîbe bi Pêngava 15’ê Tebaxê re jî kevneşopiya berxwedaneke wiha di esas de heye.
 
Eger kevneşopiya berxwedana zindanê ya 1982’yan neba, meşa gerîla ya bêhempa û mezin a ku wisa qasî 50 salan mohra xwe li Kurdistanê xistiye, di vê radîkaltiyê de nedibû. Helbet divê mirov nîqaş bike û fêm bike ku çima wisa ye? Polîtîkayên îmha, înkar û qirkirinê ewqasê giran û zêde bûn ku, berxwedana li dijî wê jî divê ewqasê mezin ba. Lewma divê mirov şert û mercên wê demê pir baş fêm bike. Niha erê, hebûna xwe nîşan da, her kesê hebûna Kurd nas kir. PKK’ê ev yek îspat kir. Kurd bi ser ketin, lê çawa bi ser ketin? Eger ev berxwedanên mezin nebûna, berxwedana mezin a zindanê ya Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek nebûya, eger rojiya mirinê ya mezin nebûya derketineke wiha çênedibû.
 
Erê, li Kurdistanê têkoşîn wê dîsa meşiyaba. Ez behsa wê nakim. Lê divê weke çalakiyeke ku haveyn û karakterê têkoşîna me çêkiriye were dîtin û divê miroz bizane ku di her goşeyê tevgera azadiyê, her çiyayê wê, her bajarê wê, her zindanê wê de, niha weke civakî li her malê, di zihne her zarokê de Kemal Pîrek, Hayrî Dûrmûşek, Akîf Yilmazek û Alî Çîçekek heye. Ev rastiyeke wiha ye. Di vî warî de divê weke çalakiyeke ku berê dîrokê guhertiye, were dîtin. Lê divê bingehê van jî were tejîkirin. Ji bo vê yekê divê bi taybetî jî nifşê nû fêm bike. Divê mirov nebêje di şert û mercên wê demê de qewimî û qediya. Hafizaya dîrokî wisa ava nabe, sosyolojiya dîrokî ava nabe. Duh roja me ya îro ye. Heta ku em duh fêm nekin, em îroya xwe jî fêm nakin. Em nikarin rewşa ruhê xwe fêm bikin. Civaka Kurdistanê nikare xwe fêm bike. Ji ber ku eger di roja me de Kurdîtiyek çêbûye, bi saya vê yekê ye. Kurdîtiya beriya wê parçe parçe bibû, di rewşeke welê de bû ku ji xwe direviya, hetta hatibû wê astê ku xiyanetê li xwe bike.
 
Şoreşgerên ku derketinên mezin pêk anîn, çi gotine? Li Kurdistanê ti kes nemaye ku xiyanet li xwe nekiriye. Ev ne tişteke ku weke objektîf û subjektîf hatiye gotin. Şert û mercên qewimîne anîbû wê astê, lê ev encamê naguhere. Ya ku ev rawestand, berxwedana çalakiya mezin a 14’ê Tîrmehê ye. Divê mirov vê wisa fêm bike û bi rastî jî di her wesîleyê de nîqaş bike, mezin bike, wate bide û veguherîne tarzekî jiyanê. Başe, wê çawa veguhere tarzê jiyanê? Dikarin bêjin, ma em hemû bikevin zindanê? Na. Yek ev, divê ti carî îradeya azadiyê nexînin. Ji ber ku li zindanê çi hate ferzkirin? Tirkîtî hate ferzkirin, polîtîkaya Tirkkirinê hate ferzkirin. Li zindanê çi ji Kemal Pîr re gotin? Gotin, Kemal hadî em yên din fêm dikin ew Kurd in, lê tu Tirkî. Herî kêm tu Tirkbûna xwe qebûl bike. Kemal Pîr çi got? Got, eger hûn Tirk bin, ez ne Tirk im. Wî Tirkîtiya dihat ferzkirin, Tirkîtiya qirker, ya gelê Kurd înkar dike, ya netewperest, ya jiyana bi gelên din re red dike, ya yekperest red kir. Got, ez Tirkekî wisa nînim, qebûl nekir.
 
Kemal Pîr welatparêzekî rast ê Tirkiyeyê bû, evîndarê welatê xwe bû, ji ber ku êşkence û zilma li ser navê civaka Tirk li wir hatî kirin red kir, got eger hûn Tirk bin, ez ne Tirk im. Yek mesela, bi rengekî rast xwedî li nasnameya xwe derketin, xwedî li Kurdîtiya xwe derketin û xwedî li Tirkîtiya xwe derketin. Divê avakirina Tirkîtiya çêkirî, were redkirin. Piştî damezrandina Komarê, Tirkîtiya çêkirî ya tê ferzkirin heye. Dîrokeke fermî ya sixte hate avakirin û civak hate xapandin. Lê civaka Tirk rastiyek e. Civaka Tirkiyeyê rastiyek e. Ew jî xwedî sosyolojiyekê ye. Ew jî bû gel. Ew jî xwedî nirxên civakî ye. Ne bi asîmîlekirina hin kesên din, baldar bin, Rêbertî niha bi dengekî bilind timî dibêje ku, binêrin Tirk di tevahiya dîrokê de bi rêya tifaqan li ser piyan man. Bi rêya tifaqan, tê çi wateyê? Yanî bi gelan re jiyan kirin, jiyana hevpar jiyan kirin, behsa Împaratoriya Osmanî ya mezin dikin. Di Împaratoriya Osmanî de jî înkargeriyeke wiha nebû.
 
Di Împaratoriya Osmanî de gelan, baweriyan, erê Osmanî weke xanedan refa desthilatdar temsîl dikir. Beşekî elît bû. Çiqasê Tirk in jî, ew bi nîqaş e. Wisa bi nîqaş e, piştre ji ber ku ji gelên cur be cur zewac pêk hatin. Lê Tirkmenên saf, Tirkên saf timî bi gelan re jiyan kirine. Yek ji peyama berxwedêrên rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê; em ê xwedî li nasnameya xwe derbikevin. Em ê di bin ti şert û mercî de dest ji nasnameya xwe bernedin. Ji ber ku ya li wir hatî ferzkirin, ew Tirkîtî û teslimiyet bû. Li dijî vê yekê bi pêşengiya heval Mazlûm Dogan bi şîara ‘rûmeta mirovahiyê wê bi ser bikeve’ çalakî hatin kirin. Em ê vegerin cewherê xwe. Peyama mezin a berxwedêrên 14’ê Tîrmehê, ev e. Em ê vegerin cewherê xwe, bibin xwe û wisa bijîn.
 
Peyameke din a balkêş, wasiyeta heval Hayrî Dûrmûş e ku dibêje li ser gora min binivîsin deyndar e. Ev rastiyeke ku divê em li ser rastiyan bifikirin. Tişta ku bûyî sedem pêşengê mezin heval heval Hayrî Dûrmûş bibe xwedî helwesteke wiha, çibû? Halbûkî ew canê xwe dide. Lê dîsa jî dibêje, li ser gora min deyndar binivîsin. Li vir divê wiha were fêmkirin. Di rastiyê de ji bo têkoşînê her tişt heye. Her tişt amade ye, me ev têra xwe nenirxand. Min nekarî bi rengekî têrker xizmetê ji gelê xwe re bikim. Ez zû şehîd dibim. Rexnedayîna vê yekê dide. Rêber Apo ev sekin belavî her kêliya têkoşîna me kir. Divê li pêşberî gel, li pêşberî pirsgirêkên mezin, timî sekna rexnedayînê hebe, divê timî her kes kêmasiyên xwe bibîne û hîn baştir bimeşe û xwe temam bike. Niha jî ez dikarim vê bêjim; ti kes qasî van şoreşgerên mezin di şert û mercên zehmet de nema. Di şert û mercên zehmettir de têkoşîn nemeşand. Ya herî giran wan jiyan kir.
 
Niha ji bo têkoşînê her tişt heye. Her tişt; hişmendî heye, rêxistinbûn heye. Gelekî ku xwe nas dike û xwe dipejirîne heye. Rastiyeke me ya civakî heye ku bi hezaran ewladên xwe spartiye axê. Niha ji bo karnekirinê û neafirandina pêşketinan tu hincet nabe. Tu hinceteke wê nabe. Ji ber vê yekê divê gelê me vê bibîne; ji ber ku êdî ev nirx ne tenê nirxên partiyekê ne. Tu carî wisa nebûn jixwe, lê ev ne tenê aîdî kadroyên partiyê yan jî wekî civaka hevrêyan aîdî me ye. Divê hemû gelê Kurdistanê, hemû civaka Kurd vê bibîne. Divê hemû têkoşerên demokrasiyê û sosyalîst vê bibînin. Divê mirov hincetan neafirîne. Ji bo têkoşînê her tişt heye. Her der qadeke têkoşînê ye. Li ser vê bingehê, mirov dikare li her derê pêşketinên mezin pêk bîne. Bi vê wateyê, yek ji peyamên herî girîng ku çalakiya mezin a 14'ê Tîrmehê dide me ev e. Bifikirin, li zindanê çi yê van hevrêyên me hebû? Ramanên wan hebûn. Hestên wan ên mezin hebûn, hevaltiya wan hebû, vîna wan hebû, her wiha beden û canên wan hebûn. Bi van hemûyan, ew bûn xwediyê çalakiyeke kolektîf a wisa mezin ku rê da dîrokê. Ev pir bi wateye.
 
Wekî mînak bala xwe bidinê, ev ne çalakiyeke takekesî ye. Çalakiyeke kolektîf e. Çalakiyeke wisa ye ku dijmin hejandiye. Dijmin ew zindan, ew zindana Amedê çima wisa ava kiribû? Dibêje ku ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê, ji bo PKK'ê li wir bixe bin destê xwe û têk bibe ava kiribû. Lê belê li wir serkeftin bû para yên ku li ber xwe didan. Nexwe di her şert û mercî de berxwedan, di her şert û mercî de têkoşîn pêkan e. Bi berxwedanê serkeftin bêguman mimkun e. Ez dikarim bibêjim ku ev yek, stûnên herî bingehîn ên peyamên ku didin îro pêk tîne. Careke din ez her çar pêşengên me bi rêz, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Ji niha û pê ve jî, di qonaxa nû ya têkoşîna me de; mîna Kemal Pîr jiyîn, mîna Hayrî Durmuş têkoşîn kirin, mîna Alî Çîçek dînamîk bûn û her tim li pêşiya ciwanan bûn. Têkiliya vê bi temen re jî nîne, ciwan bûn, bi rihê ciwantiyê man û mîna Akîf Yilmaz xwedî vîn bûn, dê hê bêtir bi pêş bikeve û kêm nebe. Lê belê ev bêguman bi mezinbûn û piralîbûna Tevgera hevrêtî ya Komunal, bi mezinbûna têkiliyên me yên komunal û kolektîf, bi hevrêtiya me ya Apoyî û bi tevlêbûna hê bêtir a ciwanan di nava vê tevgerê de dê bi pêş bikeve û neteweya demokratîk dê li ser vê bingehê ava bibe.
 
Mîna tê zanîn, dîsa ev demeke dirêj e ku bi Rêber Apo re tu hevdîtin pêk nayên. Wekî Tevger û gelekî ku her tiştê xwe fedaî Rêbertiya xwe kiriye, rewşeke wisa heye ku tu agahî nayê girtin. Li gorî we, çima dewlet di qonaxeke wisa ya pêvajoyê de ji kirina hevdîtina bi Rêber Apo re direve?
 
Di rastiyê de mirov dikare vê pirsê ji aliyê pêşber bipirse; divê mirov zelaltir bipirse ku 'tu çima direvî?'. Lê belê ji ber ku li Tirkiyeyê medyayeke wisa nîne, ji ber ku medyaya Tirk veguheriye amûreke şerê taybet. Heke hûn bala xwe didinê pirsên wisa nayên kirin. Çi ji wan re tê servîskirin, li gorî wê tevdigerin. Em jî hewl didin fêm bikin. Di destpêkê de jî min got, 50 roj in hevdîtin nîne. Daxuyaniyên ji eniya dewletê û desthilatdariyê çi ne? Dibêjin ku di pêvajoyê de tu pirsgirêk nîne û pêvajo dimeşe. Ez dikarim bibêjim ku ev xapandinek e. Divê her kes pir baş bizanibe ku rewşeke wisa ku her tişt di rê de ye û wekî hatî plankirin dimeşe, nîne. Di rewşa asayî de, diviyabû yekser piştî meha Gulanê hinek gav bihatana avêtin, hevdîtin çêbûna. Hata hinek endamên çapemeniyê dê biçûna cem Rêbertiyê. Dê bi Rêbertiyê re hevdîtin çêbûna. Dê derfetê dîtiba ku xîtabî raya giştî ya Tirkiyeyê, gel û civakê bike û bersiva pirsên ku tên meraqkirin bide. Lê belê tu yek ji van çênebû; wekî hûn dizanin ji bo qanûn jî tiştekî wekî vê heye. Nîqaşa qanûnê niha di rojevê de ye. Di wê çarçoveyê de jî di rastiyê de salnameyek hatibû derxistin. Lê belê rastiyeke ku dilsozê vê salnameyê maye, nîne.
 
Ev çima wisa dibe? Şirove hene, hinek alî nirxandinên wisa dikin: Tê gotin ku desthilatdariya AKP'ê pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk wekî amûr bi kar tîne, di rastiyê de dixwaze heta hilbijartinê demê qezenc bike û bi vê şêwazê, gava gelê Kurd û civaka Kurd bê têkoşîn bihêle û hinekî jî li cem xwe bigire, dixwaze hilbijartinan qezenc bike. Em naxwazin bifikirin ku rewş wisa ye. Ev dê nêzîkatiyeke pir paşverû be. Mirov têkoşînek û pirsgirêkek ku mohra xwe li dîroka 100 salî ya Tirkiyeyê xistiye, ji bo desthilatdariya kesane yan jî ji bo desthilatdariya partiyekê, ji bo berjewendiyên partiyeke bi tenê wisa bike amûr, ev neheqiyeke pir mezin e ku li gelê Tirkiyeyê tê kirin. Neheqiyeke pir mezin e ku li civaka Tirkiyeyê tê kirin. Em naxwazin wisa bifikirin. Wekî mînak, ez bixwe hîn jî dipirsim ku 'gelo bi rastî wisa ye?'. Gelo mirov dikare ewqas teng bibe? Civîna NATO'yê hebû, li benda wê man û hwd. Ew jî îhtîmalek e. Gelo bi rastî li benda civîna NATO'yê man? Meseleya aştiyê ewqas girîng û mezin e ku, tu civîn yan jî hincetên siyasî nikarin bibin sedema paşexistina vê pêvajoyê.
 
Her çend hincetên wisa hebin jî; wekî mînak ger li Tirkiyeyê pêvajoyeke hilbijartinê dê bi pêş bikeve, bi tendurustî bimeşe, divê ev pirsgirêk were çareserkirin. Ger qadeke tîfaqê dê were vekirin jî, divê wisa be. Ger bi rastî di çarçoveya şerê Rojhilata Navîn û şerê cîhanê de pirsgirêkeke ewlehiyê ya Tirkiyeyê hebe jî, divê berî her tiştî pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike û bi vî rengî bi ewlehî li ser maseyan rûne. Tu ji van ne di cih de ne. Wekî hûn dizanin di destpêka vê pêvajoyê de Devlet Bahçelî pir zêde diaxivî. Di rastiyê de, her çend em tevlî gelek tiştên ku digot nebin jî, ji bo şikandina hinek qaliban li Tirkiyeyê roleke girîng jî lîst. Wekî mînak, nîqaşkirina rewşa Rêbertiyê, nîqaşkirina statuya wî, gotina 'bila mafê hêviyê  were dayîn, bila werin di meclîsê de siyasetê bikin'; ango tiştên ku li Tirkiyeyê qet nedihatin rojevê û yekser wekî 'terorîze' dihatin dîtin, anîn rojevê. Lê belê wekî hûn bala xwe didinê, ew jî bêdeng e. Niha ev du hefteyên dawî ye ku Devlet Bahçelî di civînên komê de vê mijarê her tim derbas dike. Nexwe lihevkirinek hatiye avakirin. Di mijara hiştina pêvajoyê di vê rewşê de, xwedî nêzîkatiyekê ne. Divê mirov vê wisa fêm bike. Ev plansaziyek e. Bêguman em jî hewl didin fêm bikin ku dixwazin bi vê yekê çi bikin.
 
Bi îhtimaleke mezin navendên şerê taybet dibe ku wisa nîqaş bikin; di pêvajoyeke wisa de ku PKK'ê hebûna xwe ya rêxistinî fesix kiriye û bi Kongreya 12'emîn a PKK'ê re dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî aniye, dibe ku ew bi dirêjkirina wextê re li benda belavbûna me ya xwe bi xwe bin. Li benda belavbûn, parçebûn û derketina cudahiyan di nav me de bin ku em ji hev biqetin. Ji ber ku bi giştî aqilê serdest û siyaseta serdest, her kesî wekî xwe dibîne. Dibêjin qey "kes karê xwe ji xwe dizane." Ev alî me jî li gorî avahiya zîhniyeta xwe dinirxîne. Lê belê ez ji niha ve bibêjim, em ne civakeke wisa ne. Di heman demê de tiştekî wisa jî heye; di çarçoveya nîqaşên qanûnê de ku dibêjin dê qanûnekê derxin, herî dawî Numan Kurtulmuş wisa anî ziman, dibêjin 'em ê qanûnekê derxin, yê ku hat hat, yê ku nehat jî em ê bi her awayî têkoşîna xwe pê re bikin.' Bi vî rengî dixwazin parçebûnekê li ser me ferz bikin. Ez dikarim vê pir zelal bibêjim: Me ev plansazî di destpêka pêvajoyê de nîqaş kirin.
 
Me di destpêka pêvajoyê de meyla tasfiyeker a di nêzîkatiyên dewleta Tirk de dît. Tevî vê yekê jî me ev gav avêtin. Divê ev yek pir baş were fêmkirin. Dibe ku tevgerên din gavên wisa neavêjin, nikaribin bikin, parçe bibin, belav bibin û sosyolojiya wan vê raneke. Lê belê Tevgera Azadiyê, rastiya tevgera azadiyê ku Rêber Apo derxistiye holê, xwedî baweriyeke wisa ya mezin a bi xwe ye. Helbet her tişt tenê bi bawerî û bi niyetê nameşe. Ji bo meşandina vê pêvajoyê me çend tedbîr girtin. Ji van yek çi bû? Me ji destpêka pêvajoyê ve hemû gavên ku em ê bavêjin, bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêda. Me bi şertê ku Rêber Apo vê pêvajoyê bimeşîne, rênîşanderî bike û di bin berpirsyariya wî de bimeşe qebûl kir. Ev berdewam dike. Bi vê wateyê, ger gav werin avêtin, pêşketin çêbibin û ger aliyê pêşber di nav hinek bendewariyan de be û bixwaze pêvajoya bêçekkirinê berdewam bike, divê her kes pir baş bizanibe ku ev rewş bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi şertên xebata wî ya azad ve girêdayî ye. Ji derveyî vê, kes nikare tiştekî bi me bide kirin. Kes nikare gaveke din bi me bide avêtin.
 
Ger bala xwe bidinê, salvegera 11'ê Tîrmehê li pey xwe ma. Nîqaşên pir dijwar çêbûn, daxuyanî hatin dayîn, hîn jî tê nîqaşkirin û di wê çarçoveyê de çalakî hatin kirin. Çalakiya 11'ê Tîrmehê yê ku organîze kir, Rêber Apo bixwe bû. Rêber Apo organîze kir û wî saz kir. Bi talîmata wî hevrêyên me ew rîsk girtin ser xwe. Belê, rîsk hat girtin. Ma daxistina komeke biçek ji çiyan ber bi deştê ve û li wir çêkirina merasîmekê, tiştekî hêsan e? Vîna ku ev da kirin, vîna Rêber Apo bû. Ji niha û pê de jî divê her kes vê pir baş bizanibe. Ger di pêvajoyê de pêşketin çêbibin, divê her kes bizanibe ku ev bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bi şertê jiyan û xebata wî ya azad û bi birêvebirina wî ya vê pêvajoyê ve girêdayî ye. Wekî mînak aliyê pêşber vê dizane. Ev ji wan re hat gotin. Ne tenê ji wan re, me ev ji raya giştî ya cîhanê re jî ragihand. Her kes dizane. Tevî vê yekê jî, wateya tecrîda ku 50 roj in berdewam dike çi ye? 50 roj in bi Rêber Apo re hevdîtin nayê kirin. Bi vê yekê re tê fêmkirin ku ew çiqasî ne cidî ne û di rastiyê de naxwazin pêvajo bimeşe.
 
Em dibêjin pêvajoya entegrasyona demokratîk. Lê em hîn nikarin pêvajoya entegrasyona demokratîk nîqaş bikin. Entegrasyona demokratîk ne tenê pêvajoya bêçekkirina hêzên çekdar e. Ne ew e ku ew bigihîjin statuyeke qanûnî. Pêvajoya entegrasyona demokratîk, pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê bixwe ye. Bala xwe bidinê, ji ber ku em bawer dikin û difikirin ku pêvajo dê qonax bi qonax bimeşe, em hinek tiştan naxin pêş. Lê belê ger Kurd dê di nav dewleta Tirk de entegre bibin, dê bibin yek, divê her kes bizanibe ku ev yek tenê bi demokratîkbûna dewletê, bi vebûna wê ya ji bo demokrasiyê, ji bo têkoşîna demokrasiyê, ji bo mafên rêxistinbûnê û ji bo hebûn û nasnameya Kurd ve girêdayî ye. Aliyê pêşber vê dizane. Ji bo ku nekeve nav van nîqaşan û ji bo vê atmosfera heyî ya antî-demokratîk bidomîne, ne tenê li dijî me, bala xwe bidinê li Tirkiyeyê her roj operasyon çêdibin. Li dijî CHP'ê operasyon çêdibin, li dijî ronakbîran operasyon çêdibin. Heya ciwanekî bi navê Denîz Goktaş derket, hinek henek kirin yekser ew girtin zîndanê. Ji ber ku ev atmosfer di berjewendiya desthilatdariyê de ye û dixwaze wisa bidomîne. Lê belê ev yek wisa nameşe. Yek, ez dikarim vê bibêjim.
 
Du; helbet ji bo vê pêvajoyê tiştê ku em li bende bûn, derketina çarçoveyeke hiqûqî û siyasî bû. Niha di vê mijarê de jî wekî Tevger me ji destpêkê ve gotiye ku ger ev pêvajo dê bi pêş bikeve, divê çarçoveya hiqûqî û siyasî rast were avakirin. Niha ji çarçoveya qanûnê re dibêjin qanûna bingehîn, dibêjin qanûna çarçove. Di çarçoveya nîqaşên ku li ser vê yekê dimeşin de ez dixwazim vê bibêjim: Belê, ji aliyê baskê desthilatdariyê yan jî ji aliyê kesên ku pêvajoyê dimeşînin ve daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Lê wekî min di destpêkê de jî got, hinek agahî ji medyaya Tirk re hatin servîskirin. Hat diyarkirin ku çarçoveyeke qanûnê ya ji 9 xalan pêk tê hatiye avakirin. Hat gotin ku ev qanûn dê her kesî nava xwe nehewîne. Di serî de jî hat gotin ku dê Rêber Apo di nava xwe de nehewîne. Lê belê ev ne belgeyên fermî ne, ne tiştên fermî ne. Nexwe çima medyaya Tirk van tiştan diweşîne, gelo ji ber xwe diweşîne? Ne wisa ye. Li Tirkiyeyê çivîk jî bifire, di bin kontrola baskê desthilatdariyê de ye. Rêvebiriya dewletê ewqas navendî bûye ku bêyî agahdariya wan, ne pêkan e ku nivîs, nirxandin û agahiyên wisa di medyaya desthilatdariyê de derkevin. Nexwe ji bo armancekê ev agahî tên servîskirin.
 
Civaka Tirkiyeyê, civaka Kurdistanê û bi awayekî nerasterast em bixwe, mîna ku dixwazin me ji rojeveke wisa re amade bikin. Lê belê ez wisa bibêjim ev windakirina demê ye. Dîsa di destpêka pêvajoyê de giranî li ser hiqûq û qanûna totalîter hatibû dayîn. Nikare wisa be ku yên tevlî sûc bûne û yên tevlî sûc nebûne. Gelo tegîna sûcê çi ye? Jixwe em tegîna sûcê ji binî ve red dikin. Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, têkoşîna mezin û bi heybet ku PKK'ê meşandiye, têkoşîna mirovahiyê bû, têkoşîna rûmeta mirovahiyê bû; yek ji têkoşînên herî mafdar ên dîrokê bû. Ez dixwazim bibêjim ku bi rêyeke wisa mirov nagihîje tu derî. Mînak em bibêjin ku ez çûme çalakiyê û min çalakî kir, ez sûcdar im. Lê hevrêyên li kêleka min, wekî mînak, qet neçûye çalakiyê. Lê ev meseleya ferzkirinê ye. Mirov nikare vê wisa ji hev cuda bike. Em xwediyê çalakiya kolektîf in, hemû çalakî çalakiyên kolektîf in. Yekbûna Tevgerê nikare wisa ji hev were cihêkirin. Cudahiya wekî "sûcdar û bêsûc" nikare bê kirin. Wekî min got, em li dijî têgîna sûcê ne. Em red dikin.