Prof. Buşra Erşanli: Hêvî heye lê bawerî ava nebûye
- 09:08 10 Tîrmeh 2026
- Rojane
Melîke Aydin
STENBOL - Prof. Dr. Buşra Erşanli saleke ku di ser şewitandina çekan de derbas bûye nirxand û got şewitandan çekan gavek dîrokiye lê ji aliyê dewletê ve gavên pêwist nehatine avêtin û got: “Hêvî heye lê hîna bawerî ava nebûye.”
Piştî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kir şûnde PKK’ê biryara feshkirinê da û dawî li têkoşîna çekdarî anî. Di 11’ê Tîrmeha 2025’an de jî gavek dîrokî avêt. Hem Rêberê Gelê Kurd hem jî tevgera Azadiya Kurd gavên dîrokî avêtin lê Tirkiyeyê hîna gaveke qanûnî navêtiye.
Zanista siyasî Prof. Dr. Buşra Erşanli derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî.
Buşra Erşanli daxuyakirin ku divê aştî tenê dijberê şer neyê dîtin heman demê de ji bo jiyaneke aram pêwiste û got: “Divê gelê Kurd, Tirk û hemû gelên din bi pêşeroja hevpar a welat bawer bin. J ibo baweriyê şewitandina çekan, feskirina rêxistinê gavek dîrokî bû. Lê ji vir şûnde jî ya divê bê kirin, hawira bêpevçûnê veguhere hawira aştiyê. Gavên ku tevgera Kurd avêtine girîngin. Lê salek derbas bû, dewletê hîna bersiva van gavan nedaye.”
‘Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e’
Buşra Erşanli li ser kêmasiyê di pêvajoyê de tên jiyînê sekinî û got: “Kêmasiya herî mezin ya bi salane neguheriye mijara perwerdehiya bi zimane. Ez wek kedkareke perwerdê vê dibêjim, zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê nebînin bixwebawerbûna wan tu car pêş nakeve. Yek ji mijara din jî bêdadiye. Di salên dawî de bêdadî gihiştiye astek bi xof. Kî dost kî dijmine? Gelek girtiyên siyasî hene. Heta ev neyên berdan ji vê dost-dijminbûnê nikare bê derketin. Heta ku girtiyên siyasî neyên berdan, tablo neguhere ev çareser nabe. Ez berdana çekan û nîqaşên mafê hêviyê pêwist dibînim. Lê aştiya rastîn bi gavên demokratîk ku psîkolojiya civakê xurt dike, pêkane. Divê dewlet îradeya xwe dane holê.”
‘Divê gavên demokratîk bên avêtin’
Buşra Erşanli li ser hewcedariya zemîna qanûnî jî sekinî û di vê mijarê de wiha bi lêv kir: “Feraseta naxwaze welat parçe bibe, rayeyên rêveberiya herêmî jî xesp nake. Berovajî vê dixwaze xurt bibe. Dema nefret hebe yekitî jî ne pêkane. Ev bandorek giran li ser aborî û civakê dike. Aştiyeke mayînde bi polîtîkayên ewlehiyê nabe. Ji bi gel re bawerî ava bibe divê gavên demokratîk bên avêtin. Gava ewil jî perwerdehiya bi zimane. Ji bo hestên nefretê qels bibe ewlehiyên qanûnî jî girîngin.”
‘Ev pêvajoyeke divê bi dewletê re bê meşandinê ye’
Buşra Erşanli di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Divê mafên Abdullah bên radestkirin. Pêvajo ji ser kanalên siyasî yên demokratîk meşandin wê baştir be. Ev pêvajoyeke divê bi dewletê re bê meşandinê ye. Bêguman hevdîtina dewletê ya bi Abdullah Ocalan re pêkane. Dewlet vê dimeşîne. Nokteya ez îtîraz dikim siyaseta demokratîk di vê esasê de teşekirine. Divê pêşeroja siyaseta demokratîk li ser tecrubeyan bê avakirin. Li gorî azadiya girtiyên siyasî, perwerdehiya ziman hewcedariya herî lezgîne.”
Gava herî girîng perwerdehiya bi zimanê dayikê ye
Buşra Erşanli daxuyakirin ku gava herî girîng ya ku baweriya civaka Kurd xurt dike perwerdehiya bi zimanê dayikê got bawerî ne tenê bi gotinê, bi gavên demokratîk û hiqûqî pêkane. Buşra Erşanli wiha pê de çû: “Kesên çek berdane ji bo bi awayekî ewle vegerin nav civakê hewce bi qanûna vegerê heye.Hawirek bi niyeta baş û ewle bê avkirin wê mirov jî tevli jiyanê bibin. Şewitandina çekan gavek dîrokiye lê ji aliyê dewletê ve gavên pêwist nehatine avêtin. Hêvî heye lê hîna bawerî ava nebûye.”








