Nuray Ozdogan: Zemîna qanûnê divê bê şert bê avakirin
- 09:06 10 Tîrmeh 2026
- Rojane
ENQERE - Parêzer Nuray Ozdogan da zanîn ku li dijî gavên xurt yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê zemîna qanûnî bê şert bê derxistin û got: “Derxistina qanûna çarçoveyê ya bi şert an jî li gorî asta di rêxistinê de ji hev cudakirin li dijî xwezaya pêvajoya çareseriyê ye.”
Zemîna hiqûqî ya der barê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber helwesta desthilatdariyê hîna ava nebûye. Di asta niha ya derbarê zemîna hiqûqî de, di çapemeniyê de derket holê ku çarçoveya qanûneke di bin banga Wezareta Dadê de hatiye amadekirin. Nîqaşên der barê çarçove qanûnê û gavên li gorî rihê pêvajoya çareseriyê didomin. Her wiha axaftin wê piştî zîrveya NATO’yê ya 7-8’ê Tîrmehê bê meclîsê.
Endam Meclîsa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Nuray Ozdogan der barê mijarê de axivî.
Nuray Ozdogan der barê sererastkirinên qanûnî de axivî û got: “Em behsa çareseriya pirsirêkeke xwe dispêre 100 salî dikin. Çareseriya mijarê wê bandorê li gelên cîhanê bike. Ev saleke rêxistinê biryara berdana çekan girtiye. Ev biryar jî bê şer û bê bazar hat kirin. Her wiha hîna şert û mercên birêz Abdullah Ocalan nehatine başkirin û di zemînek qanûnî de nehatiye rûniştandin. Ji bo muzakere bi awayekî baş bimeşe rewşeke divê her kes li ser lihev bike hebe. Ew divê şert û mercên Abdullah Ocalan ku bikaribe muzakereyê bimeşîne, bê avakirinê ye.”
Ji çarçoveya qanûnê çi tê payîn
Nuray Ozdogan da zanîn ku der barê çareseriya pirsgirêka sedsalî de gavek pir xurt hatiye avêtin û li hember vê gavê divê zemîna qanûnî bêyî şert bê cih û got: “Li hemû cîhanê di pêvajoyên wisa de mevzuatên qanûnî gav bi gav hatin kirin. Bê guman ev di carekê de nebûn û ji cihekî destpê kirin. Şert e ku zemîna hiqûqî bê avakirin. Hêvîdar im qanûneke ku îradeya hemû gelan nîşan dide be. Ger ev veguhere qanûna poşmaniyê wê gelek bi xeter be. Wê li hember gelan neheqî be.”
'Bêpevçûnî destkesftiyek mezin e'
Nuray Ozdogan da zanîn ku tevî her tiştî nebûna mirinan û bêpevçûnî qezenceke mezin e û got: “Qanûn wê meclîs derbixe. Bê guman wê bi organîzasyona aliyan bê meşandin. Ev qanûn bê qebûlkirin wê destpêk be. Bi salan li hember gelê Kurd hiqûqek cuda hat meşandin. Birêz Ocalan bi dehan carî got. Wê hinek alî hewl bidin ku pêvajoyê parçe bikin. Ji sedî 90’ê civaka Tirkiyeyê ji aştiyê re dibêje erê. Sedema bêbaweriyê jî helwesta desthilatdariyê ye."
‘Pêvajoyeke di bin zextan de hat meşandin’
Nuray Ozdogan li ser ewlehiya hiqûqî ya pêvajoyê jî sekinî û di vê mijarê de jî wiha anî ziman: “Ewlehiya sererastkirina hiqûqî di bin şopandina me de ye. Ji ber vê jî dikare ne ewqas zehmet be. Şopandina gelên Tirkiyeyê wê ewlehiya hiqûqê be. Me di têkoşîna jinan de ev pir caran dît. Civak ne biyaniyê vê ye. Dema 2013-2015’an de qanûnek derket. Di alî aliyan de qanûneke ku ewlehiya hiqûqî dihewand bû. Ev li ser nedarizandinê bû. Doza Kobanê heye, endamên HDP MYK’ê wê demê hatin girtin. Bi salane girtîne. Lê ew qanûn ji bo siyasetmedar û HDP’iyan pêk nehat. Di 2018’an de ji meriyetê hat rakirin. Pêvajoyeke di bin zext û zilmê de hat jiyîn. Niha jî dibe ku hinek fikar hebin. Bêbawerî hebe. Lê divê alî vê pêvajoyê baş bibînin. Ev ji bo gelên Tirkiyeyê derfet e. Divê têkoşînek bê meşandin. Ev pêvajo veneguhere serekftinê wê pêşeroja Tirkiyeyê tarî bibe."
‘Divê pêvajoya qanûnî veneguhere ya cezakirinê û astengkirinê’
Nuray Ozdogan destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de tecrîda li ser Abdllah Ocalan jî nikare bê qebûlkirin û wiha bi lêv kir: “Divê mafê hêviyê pêk bê. Ev ferz e. Divê demildest tecrîd bê rakirin. Mafê hêviyê pêk bê. Ev pêvajo bi têkoşînê hatiye vê astê. Destkeftî ji bo hemû gelên Tirkiyeyê bi nirx û girîng in. Tê payîn ku ev sererastkirin veneguhere cezakirinê û jiyana siyasî civakî neyê sînorkirin. Pêvajoyeke qanûnî ya berovajî vê wê pevçûnan bihewîne. Derxistina qanûna çarçoveyê ya bi şert an jî li gorî asta di rêxistinê de ji hev cudakirin li dijî xweza pêvajoya çareseriyê ye.”







