Jiyana girtiya siyasî Şilêr Mam Qadrî di metirsiyê de ye!

  • 16:03 4 Tîrmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku girtiya siyasî Şilêr Mam Qadrî ku li girtîgeha Urmiyeyê dimîne û nexweşa pençeşêra memikê ye, ji ber ku nayê dermankirin nêzî 27 kîloyan winda kiriye û rewşa wê ya fîzîkî xirabtir dibe.
 
Girtiya siyasî Şilêr Mam Qadrî ya 34 salî ku li girtîgeha Urmiyeyê dimîne û nexweşa pençeşêra memikê ye, ji mafê tedawiyê û dermanan bêpar tê hiştin. Şilêr Mam Qadrî di çend mehên borî de bi qasî 27 kîlo winda kiriye, ev yek jî fikarên der barê rewşa wê ya tenduristiyê de zêde dike. Li gorî raporan rewşa wê ya fîzîkî her diçe xirabtir dibe.
 
Ji ber astengkirina tedawiyê rewşa wê ya fizîkî xirabtir dibe
 
Di malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê de hate ragihandin ku girtiya siyasî Şilêr Mam Qadrî ya 34 salî ya ji Mihabadê ku li girtîgeha Urmiyeyê tê girtin, di 9’ê Adara 2026’an de hat girtin, ji ber bêparbûna ji xizmetên tibî, derman û lênêrîna tibî 27 kîlo da û her diçe rewşa tendirustiya fizîkî xirabtir dibe.
 
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyek nêzî malbata girtiya siyasî hatine girtin, ji dema hatiye girtin ve heta niha bi qasî 27 kîloyan winda kiriye. Her wiha nebûna gihîştina dermankirinê, derengketina tedawiyê û nedayîna dermanên pêwîst rewşa fîzîkî ya Şilêr Mam Qadrî gihandiye astek bi fikar. 
 
Jiyana girtiya siyasî di xeterê de ye
 
Şilêr Mam Qadrî berê bi penceşêra memikê re têdikoşiya û pêdivî bi lênêrîna bijîşkî ya pispor a berdewam heye. Lê belê girtina wê ya berdewam, bêparhiştina ji mafê tedawiya guncaw, rê li ber fikarên berfireh li ser tenduristî û heta jiyana vê vekiriye.
 
Raporên hatine weşandin nîşan didin ku kêmbûna zêde ya kîloyan, lawaziya fîzîkî, îşkenceya ku berê dîtiye û girtina berdewam bêyî lênêrîna bijîşkî ya têrker rewşa wê xirabtir kiriye. Aktivîstên mafên mirovan bi berdewamî hişyar dikin ku ji ber astengkirina dermankirina girtiyên nexweş dibe ku encamên bêveger li ser tenduristiya wan çêbike.
 
Nezelaliya der barê doz û sûcdariyan de
 
Tevî ku çend meh di ser girtina Şilêr Mam Qadrî re derbas bûye jî der barê tohmetên li dijî wê de tu agahiyên fermî nehatine dayîn û rayedaran ji bo berdewamiya girtina girtiya siyasî yan jî rewşa wê ya tenduristiyê de tu daxuyaniyek nedane.
 
Berdewamiya girtina Şilêr Mam Qadrî ya bi nexweşiya penceşêrê, nedayîna tedawiyê û dermanan, careke din rewşa girtiyên nexweş û berpirsiyariya saziyên têkildar ji bo parastina jiyan û tenduristiya wan, bûye rojeva rêxistinên mafên mirovan û raya giştî.