Li Îranê du jin hatin cezakirin

  • 13:06 4 Tîrmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îran şeş sal cezayê girtîgehê û qedexeya derketina derveyî welat da Elham Ziretpîşe. Ji ber bikaranîna hashtagên ‘Na ji darvekirinan re’, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Sempatî ji bo girtiyên siyasî’ salek cezayê girtîgehê li Negîn Kiyanî birî.
 
Zext û pêla girtinê ya rejîma Îranê li dijî çalakvanên jin didome. Jin ji ber fikir û daxuyaniyên xwe yên aştiyane tên binçavkirin, girtin û cezayê darvekirinê li wan tê birîn.
 
Şeş sal cezayê girtîgehê dan Elham Zirepîşe
 
Li Parêzer û endama Komeleya Baroya Parêzgeha Farsê Elham Ziretpîşe, ji aliyê şaxa yekem a Dadgeha Şoreşê ya Şîrazê ve şeş sal cezayê girtîgehê, du sal qedexeya derketina derveyî welat û betalkirina pasaporta wê hate birîn.
 
Li gorî biryara ku ji aliyê şaxa yekem a Dadgeha Şoreşê ya Şîrazê ve hatiye dayîn, Elham Ziretpîşe, ji ber sûcê ‘kombûn û hevkariya li dijî ewlehiya neteweyî’ pênc sal cezayê girtîgehê, ji dozeke din ji ber sûcê ‘propagandaya li dijî pergalê’ salek cezayê girtîgehê lê birîn.
 
Ji bilî cezayê girtîgehê, du sal cezayê qedexeya derketina derveyî welat lê hat birîn û pasaporta wê jî hat betalkirin. Ev ceza roja Înê, 2’ê Tîrmeha 2026’an, ji aliyê parêzera wê, Şehla Arojî ve bi fermî ji medyayê re hat ragihandin.
 
Elham Ziretpîşe di 4’ê Gulana îsal de li Dadgeha Ceza ya Şîrazê hat girtin. Ji dema girtinê ve heta derketina biryarê, pêvajoya lêkolîna doza wê li Dadgeha Şoreşê ya Şîrazê berdewam kir û di dawiyê de hat cezakirin.
 
Heta niha, der barê rewşa biryarê, îhtîmala îtîrazê, yan helwesta parêzer de li ser biryarê tu agahî nehatiye dayîn.
 
Parêzer û endama Komeleya Baroya Parêzgeha Farsê Elham Ziretpîşe, berê ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî û sivîl, bangî wê hatibû kirin, hatibû girtin.
 
Biryara cezayê şeş sal girtîgehê û sepandina cezayên zêde li dijî vê parêzerê di demek ku di salên dawî de hejmarek parêzer ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî, parastina muwekîlan, an jî ramanên xwe bi dozên qanûnî, girtin û cezayên zindanê re rû bi rû mane de hat jiyîn; ev mijar her dem rastî bertekên rêxistinên mafên mirovan û parêzvanên mafên mirovan hatiye.
 
Negîn Kiyanî bi salek cezayê girtîgehê hat cezakirin
 
Li wênekêş û mamosteya wênekêşiyê ya li Babolê dijî Negîn Kiyanî, ji aliyê şaxa yekem a Dadgeha Şoreşê ya bajêr ve ji ber sûcê ‘propagandaya li dijî pergalê’ salek cezayê girtîgehê hat birîn. Li gorî raporan, bikaranîna hashtagên wekî ‘Na ji darvekirinan re’, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Sempatiya ji bo girtiyên siyasî’ li ser medyaya dîjîtal weke yek ji sedemên dayîna vê cezayê hat nîşandan.
 
Piştî ku doza wê ji aliyê şaxa yekem a Dadgeha Şoreşê ya bajêr ve hat dîtin, li Negîn Kiyanî bi sûcê ‘propagandaya li dijî pergalê’ salek cezayê girtîgehê hat birîn.
 
Hashtagên protestoyan di nav belgeyên dozê de cih girtin
 
Li gorî raporên hatine weşandin, bikaranîna hashtagên ‘Na ji darvekirinan re’, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Sempatî ji bo girtiyên siyasî’ li ser medyaya dîjîtal di nava delîlên sûcên ‘propagandaya li dijî pergalê’ de hatine nîşandan.