Li Stenbolê kursiya “Aştî û azadî”

  • 14:39 16 Mijdar 2025
  • Rojane
 
STENBOL  - Jin bi şiara “Em di aştî û azadiyê de bi asrar in” li Qada Azadî lya Bakirkoyê daxwazên xwe tînin ziman. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Parti) a Stenbolê, Meclisa Jinan a Kongera Demokratîk a Gelan (HDK), Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM), Partiya Karker a Sosyalîst a Şoreşger (DSÎP), Alinterî, Partiya Avakar a ji Nû ve ya Sosyalîst (SYKP),  Partiya Tevgera Kedkar (EHP) û jinên sosyalist ên femînîst ên pêşegiyê dikin bi şiara “Em di aştî û azadiyê de bi israr in”  li Qada Azadiyê ya Bakirkoy a Stenbolê “Kursiya Azadiyê” danî.  Bi sedan jin daxwazên xwe hêviyên xwe yên ji bo azadiyê tînin ziman û parve dikin. 
 
 Çalakiyê bi tîlîlî, çepik û stranan ve hatina jinan re dest pê kir.  Piştî axaftinan çakalî dê bi stranên hunermendan bi dawî bibe.