Li El-Faşêrê li dijî jinan destdirêjî
- 15:35 16 Mijdar 2025
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN- Tora Bîjîşkên Sûdanê, ragihand ku li El-Faşêrê 32 jin rastî destdirêjiyê hatiye.
Hêzên Piştevaniya Lezgîn ku derdora 18 mehan bajarê El-Faşêrê dorpêç kiribû, di 29’ê Cotmehê de bajar xist bin kontrola xwe. Di vê heyamê de gelek qetlîamên komî û tundiya zayendî hatin jiyîn.
Tora Bijîşkan a Sûdanê, di daxuyaniya xwe de ragihand ku di hefteyekê de destdirêjiya zayendî li 32 jinên ciwan ên ku ji El-Faşêrê reviyan li herêma Tewîla hatiye kirin û diyar kir ku li bajarê Faşê rê jî piştî ku ket bin kontrola Hêzên Piştevaniya Lezgîn jî ev kiryar hat kirin.
Torê, destdirêjiya zayendî ya Hêzên Piştevaniya Lezgîn a li dijî jinan bi tundî şermezar kir û got, destdirêjiya zayendî binpêkirina qanûnên navneteweyî yên mirovî ne û dighêje asta sûcên şer û sûcên dermirovî.
Der barê sûcan de divê lêpirsîn bê vekirin
Tora Bijîşkan diyar kir ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn berpirsên van sûcan e. Torê der barê van sûcan de daxwaza vekirina lêpirsîneke navneteweyî ya serbixwe û lezgîn û parastina jinan kir. Her wiha bang kir ku divê rêxistinên mirovî û bijîşkî derbasî herêmê û bêyî astengî desteka bijîşkî, dirûnî û qanûnî pêşkêş bikin.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî, diyar kir ku NY’ê hewl dide ekîbek nirxandinê bişîne El-Faşêrê û piştî girtina bajêr ji aliyê kesên rizgarbûnê ve çîrokên "tirsnak" guhdar kiriye.
Çîrokên tundiyê parve dikin
Berpirs, da zanîn li Tewîla bi "jinên ku hovîtîyên herî xirab ên dorpêça El-Faşêrê jiyane" re axivî ye û destnîşan kir ku divê ew bên parastina û xwegihandina wan a alîkarîya mirovî bê mîsogerkirin. Berpirs, wiha got: "Ev jinan heman çîrokên tundiyê parve dikin. Jin tirsiyane û ji domandina tundiyê bi fikar in. Ji min re gotin ku li Tewîlê hêbî û bawerî dîtine, lê nizanîn ew yek çiqas bidome. Ev yek girêdayî civaka navneteweyî û girêdayî cîhanê ku wan bibihîze û parastina wan mîsoger bike ye.”







