Ji bo Rojîn Kabaîş daristan hate çêkirin

  • 14:30 16 Mijdar 2025
  • Rojane
 
WAN – Li Wanê ji bo bîranîna Rojîn Kabaîşê li quntarê Çiyayê Artosê “Daristana Rojîn Kabaîşê” hate çêkirin 
 
Şaredariya Westanê ya Wanê a DEM Partiyî û Komeleya Jiyana Ekolojîk (Van EKO-DER), ji bo bîranîna xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîşê ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, li quntarê Çiyayê Artosê “Daristana Rojîn Kabaîşê” çê kir. Li daristanê 15 hezar şitlên darên berûyê û 400 şitilên darên cuda hatin danîn. Li daristanê pankarta “Ji bo Rojînê edalet” û “Li qeraxê Gola Wanê ji bo bîranîna Rojînê” hatin hilayîstin. 
 
Nûnerên rêxistina DEM Partiyê ya Wanê, Van EKO-DER’ê, hevşaredarên navçeyên Wanê û gelek rêxistinên civaka sivîl ji bo danîna şitilan hatin daristanê.