Li ser avakirina komînan perwerde hat dayîn
- 14:31 6 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ ji bo girîngiya avakirina komînan û xweparastinê ji bo jinên Êzidî perwerdeyeke du rojan da. Jinên ku beşdarî perwerdeyê bûn diyar kirin ku komîn ne dûrî êzidiyan e, berê jî jiyana wan li ser komûnan bûye.
Di pêvajoyeke ku guhertin û veguhertin bi hemû leza xwe berdewam dikin de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo berdevkên komînên gundên Şengalê û jinên din li Şengalê 2 rojan perwerdeya komîn û xweparastinê li dar xist. Gelek jin beşdarî perwerdeyê bûn. Di perwerdeyê de jinan bi xwe li ser komîn û xweparastinê nîqaş dan meşandin.
Jinên ku beşdarî perwerdeyê bûn der barê girîngî komunê de nêrînên xwe ji Ajansa NûJINHA'yê re parve kirin.
Jinên êzidî diyar kirin ku komîn ne dûrî Êzidiyan e, berê jî jiyan li ser komînan hatiye avakirin û wiha gotin: “Ev du roj in li ser esasê ku em komînan ava bikin perwerde dibînin. Komîn ne dûrî Êzidiyan e, berê jixwe jiyana me komînal bû. Piştî destê dewletê, maaş ket nav me komînên me rabûn. Niha weke jin em careke din li vê vedigerin.
Em dixwazin her tiştî di nava xwe de ava bikin. Berê dema xelkê dexlê xwe kom dikir deh teneke radikir ya yazdemîn ji bo xêrê belav dikir. Jinek ger hevjînê wê nebûya û xwedî zarok bûya palehî dikir, dema para xwe dianî malê jî hemû jinên cîran alîkariya wê dikirin da ku wî genimî bişîne aşê. Debara zarokên xwe wisa dikir. Kî çi hebûya bi ya din re parve dikir. Berê em komînal bûn û niha jî em jê ne dûr in.”







