Derhênera Îranî jiyana xwe ji dest da
- 15:29 4 Hezîran 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN -Nivîskar û derhênera Fransî ya bi eslê xwe Îranî ya navdar a cîhanê Marjane Satrapî koça dawî kir. Fîlma wê ya bi navê "Persepolis", ku zilm û zordariya li Îranê nîşan dide, di Festîvala Fîlman a Cannesê de Xelata Juriyê wergirt.
Marjane Satrapî, karîkaturîst, nivîskar û derhênera Fransî ya bi eslê xwe Îranî, di 56 saliya xwe de koça dawî kir.
Daxuyaniya ku ji hêla malbata wê ve hatiye dayîn diyar kir ku Marjane Satrapî nêzîkî salek piştî mirina mêrê xwe Mattias Rîpa koça dawî kir.
Marjane Satrapî, ku nêzîkî 30 salan li Fransayê jiya, bi taybetî bi xebatên xwe yên xêzeroman û fîlman, di asta navneteweyî de dihat nasîn.
Rêzefîlma wê ya "Persepolis" zarokatiya wê li Îranê, ezmûnên wê di dema Şoreşa Îslamî de û sirgûniya wê ya paşê li Ewropayê nîşan da.
Adaptasyona fîlma anîmasyonî ya rêzefîlma xêzeroman bi wêne a bi heman navî jî bala cîhanî kişand.







