Gulistan Kanîreş: Heta jin binivîsin dîrok nayê bêdengkirin
- 09:04 1 Hezîran 2026
- Çand û Huner
Rojda Aydin
AMED – Gulistan Kanîreş, yek ji dengên nû yên wêjeya jinên Kurd, dema ku jiyan û berxwedana Evîn Goyî vedigot, teqez kir ku zimanê Kurdî ne tenê zimanek e, lê di heman demê de hilgirê bîranîn, şîn û rastiya jinan e jî. Gulistan Kanîreş diyar kir ku heta jin binivîsin dîrok nayê bêdengkirin û got ku her hevokek ji pênûsên jinan derdikeve zimanekî jiyanê ye ku li dijî înkarê hatiye avakirin.
Deng, bîr û berxwedana jinên Kurd careke din bi zimanê wêjeyê tê gel hev. Vegotinên jinan ku jiyanên ku ji ber dîroka siya serdest a mêran de mane eşkere dikin, ne tenê çîrokekê, lê di heman demê de bîranînên tepeserkirî yên gelan jî tên ronîkirin. Ev vegotin ku bi pênûsê hatiye mezinkirin, wekî bîranînek ji bo pabendbûna bêdawî ya jinan bi jiyanê re li hember înkar, bêdengî û dûrxistinê bi israr e. Ji van nivîsankar û helbestvan Gulistan Kanîreş, jiyan û berxwedanê bi pênûsa xwe tîne ziman. Gulistan Kanîreş, herî dawî pirtûka xwe ya bi navê “Evîna Dilan” derxist.
Pirtûk li ser pêşenga Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî (Emîne Kara) ya di 23’yê Kanûna 2022’yan de li paytexta Fransayê Parîsê di êrîşeke çekdarî ya li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de hat qetilkirin, hatiye nivîsandin.
Ji bo Evîn Goyî nivîsî
Gulistan Kanîreş, anî ziman ku romana wê ya dawî di sala 2025’an de di salvegera Evîn Goyî ya ku jiyana xwe ji dest da, de derket û got, “Pirtûka min pênc meh zêdetir e derketiye. Romana min a Evîna Dilan naveroka wê li ser Evîn Goyî ye. Evîn Goyî
şervanek 32 salan bû. Li Reqayê dema li hember DAÎŞ’ê şer kir û birîndar bû. Piştî ku birîndar bû hat Ewropayê. Ez demek dirêj bi wê re mam. Mixabin wekî komkûjiyên din di 2023’yan de di meha çileyê de li Parîsê hat qetilkirin. Min xwest ku ez Evîn binivîsînim. Gelek şêrên jinên kurdan, gelek lehengên kurdan navên wan em dibihîzin. Lê em dixwazin van li hemû civaka ku li dû me tên wan lehengan bidin naskirin. Dema ku şehîd ket em bi mehan di bin wê bandorê de man. Lê min soz da ku hindik be jî ez ê Evînê binivîsînim. Dema ku min nivîsand min gelek zehmetî kişand. Ji ber ku cihê ku min tê de dinivîsand hemû bîranînên wê bûn. Demekê dirêj ez hestiyar dibûm lê min nivîsand. Nifşên nû hindik be jî bila Evîn Goyî nas bikin.”
Bi du zaravayên Kurdî pirtûkên xwe dinivîse
Gulistan Kanîreş, destnîşan kir ku ew bi zaravayên kurmancî û dimilkî pirtûkên xwe dinivîse û wiha pê de çû, “Helbest hest e. Hestê herî kûr di dilê jinê de ye. Lê jinê hestên xwe nenivîsandiye, lorandiye û di dilê xwe de gotiye. Lê em dibînin ew hestên jinê bi nivîsandinê diqêrî. Ew bêdengiya ku di dilê te de ye tu wê parve dikî. Tu çîroka xwe dinivîsînî û hestên xwe dikî helbest. Tu di heman demê de wê bêdengiyê xira dikî. Tu dibêjî ez heme, ez xwedî hest im. Çîrok û serpêhatiyên xwe, ez bi xwe dinivîsînim. Dema em li dîroka Kurdistanê dinêrin jinan gotiye û nivîsandiye. Lê mêr derketine pêş û gotine. Di vê serdemê de em dîbinin ku jin bûne pêşeng, dinivîsînin. Di qada romanê de em dikarin bibêjin ew asta ku divê em bigihîjin dibe ku em hîn negihîştine. Lê êdî jinên kurd roman û ew serpêhatiyên xwe dinivîsinin. Jin êş, hêvî, çîrokên xwe bi rêya pênûsê belav dikin bi rêya pênûsê dengê xwe belav dikin. Ji ber wê yekê roman û helbest ji ber pênûsa jinê gelek girîng e.”
‘Ziman hest bi xwe ye’
Gulistan Kanîreş, bi lêv kir ku wêje ne bi tenê estetîk e û wiha axivî, “Wêje di heman demê de bîrewariya paşeroj û pêşerojê ye. Pirek di navbera wê paşeroj û pêşerojê de ye. Hest û bêje tu ji civakê re dikî mal. Civakên ku di dîroka wan de wêje, çand û ziman tune be ew civak çiqasî hemû derfetên wan jî hebin, tunene. Ziman û wêje hebûna civakê ye. Vê hebûnê bi pênûsa jinê bêhtir qîmetir û nirxdar dibe. Ji ber ku hestê herî mezin û bi wate di dilê jinê de heye. Em di vê serdemê de pênûsa jinê dibînin wateyek gelek mezin û bilind em didin vê pênûsê. Tu bi hêsanî nikarî bi zimanêkê din bînî ziman. Tu dema helbestê wergerînî zimanekî din hestên xwe winda dike. Ji ber ku ziman hest bi xwe ye.”
‘Zimanê Kurdî zimanê bazirganiyê nîne’
Gulistan Kanîreş, di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser zextên li ser zimanê Kurdî û wiha dom kir, “Ev bi salan e em dibêjin zimanê Kurdî bila bibe zimanê fermî. Em ê vê têkoşînê berdewam bikin. Em xwedî li zimanê dayikê derbikevin. Em wê qada xwe ya hest, helbest û wêjeyê bilindtir bikin. Divê em di nav xwe de jî vî zimanî bi hêz bikin. Ez naxwazim bi kurdekî re tirkî biaxivim. Mesele ne takekesî ye, weke civak divê em girîngiyê bidin zimanê xwe. Wêje û çand hemû bi ziman dest pê dike. Şûna ku em li benda metîngerên xwe bin em têkoşîna xwe bimeşînin. Lê divê her kesek di qada xwe de bide jiyîn, biaxive. Kesên ku îro Kurdî dinivîsinin ez dikarim bibêjim ew dildarên zimanê Kurdî ne. Ji ber ku zimanê Kurdî zimanê bazirganiyê nîne. Loma jî di warê xwendina berhemên bi zimanê Kurdî jî kêmasî dertên holê. Tenê nivîsandin jî têr nake. Xwedîderketina li berhaman jî girîng e. Her wiha agahdar dibin. Civak Evîna Dilan dema bixwîne wê Evîn Goyî nas bike. Ji ber wê yekê girîngiya wêjeyê bi ziman ve girêdayî ye. Zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e. Lê em vê dewlemendiyê bi kar naynin. Her çiqasî rewşenbîr, sazî û dezgeh xwedî lê derbikevin jî di civakê de lewaz dibînim. Bi taybetî di vê serdemê de hemû kes ji xwe dest pê bike. Divê hesasiyet û xwedîderketineke hevpar pêk were. ”
‘Em xwedî li zimanê xwe derbikevin’
Gulistan Kanîreş, di dawiya axaftina xwe de got bi salan e di vê qadê de têkoşînek mezin tê meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Têkoşînek bi qîmet û watedar e. Elbet ev têkoşîn wê berdewam bike. Lê divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Ji ber çi ev ziman heta îro zindî maye? Bi saya dayik, bapîr, çîrok û serpêhatiyên me hatiye vê rojê. Ji ber vê yekê em ê li hember qedexebûnê têbikoşin. Lê divê em ewilî xwedî li zimanê xwe derbikevin.”







