Der barê Rahmî Koç de lêpirsîn hat destpêkirin
- 12:20 6 Hezîran 2026
- Rojane
ENQERE - Wezaretê Dadê Akin Gurlek ragihand ku wan der barê Rahmî Koç de ji ber gotinên nîjadperestiyê lêpirsîn dane destpêkirin.
Derbarê Rahîm Koç ku duh li nexweşxaneyeke Îzmîrê der barê jinên Kurd de gotinên zayendperest û nîjadperest kiribûn, lêpirsîn hat destpêkirin. Wezaretê Dadê Akin Gurlek bertek nîşanî gotinên Rahmî Koç da û da zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê derbarê Rahmî Koç de lêpirsîn daye destpêkirin.
Akin Gurlek bi lêv kir ku edalet li gor statuya mirovan tevnagere û ew gotinên rûmeta jinan bin pê dike qebûl nakin.







