Kurdên li Rûsyayê li dijî êrişên hovan piştevanî da Rojava

  • 19:00 23 Çile 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên li herêma Krasnodar a Rûsyayê li dijî êrişên hovan bi daxuyaniyekê piştgirî da berxwedana Rojavayê Kurdistanê.
 
Li gundê Platînovkê yê herêma Krasnodar a Rûsyayê têkildarî êrişên çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAIŞ'ê yên li ser Rojava û berxwedana li dijî vê êrişkariyê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin.
 
Hevserokê Meclisa Platînovkê Tahir Newroz daxuyanî da û diyar kir ku ew piştgiriyê bi berxwedana Rojava re dikin û êrişên li ser herêmê şermezar dikin.
 
Tahir Newroz destnîşan kir ku Rojava wê bi hevgirtin û berxwedana gelê Kurd bê parastin û got, "Ev êrîşên ku li ser gelê Rojavayê Kurdistanê tê kirin, ne tenê li dijî Rojava ye. Di heman demê de êrîşek li hember destketiyên gelê Kurd e. Her wiha di meha Sibatê de encamdayina van êrîşan dewamiya komploya ku bi sed sal in li ser gelê Kurd tê meşandin, îro jî rûyê xwe yê komploger raxistin ber çavan. Ji bo wê em wek gelê Kurd ên li Rûsyayê, bi her awayî em li piştevaniya gelê xwe yê li Rojavayê Kurdistanê dikin û dibejin bi berxwedana gelê Kurd û şervanên wan em ê bi ser bikevin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana YPG û YPJ'ê", "Bijî Serok Apo" û "Bijî Kurd û Kurdistan" bi dawî bû.